‘Divê her kes çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk wekî erkê xwe bibîne’

Berdevka Komîteya Ekolojîk a Kongra Star Rîhan Temo polîtîkayên sîstematîk li dijî ekolojiyê ku dibin sedema gelek reng û cureyên zindiyan kêm bibin û senfoniya biharê bi demê re feqîrtir bibe, nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Gerdûn ji ber êrîşên sîstematîk û bikaranîna çekên kîmyewî êdî avhewaya wê qirêj bûye. Der barê êrîşên sîstematîk de Ii dijî jîngehê Berdevka Komîteya Ekolojîk a Kongra Star a Rojava Rîhan Temo axivî.

'Xweza hevsengiya hebûnê diparêze'

Rîhan Temo got ku bi xwezayê re hizir û sekna mirov tê nasîn û wiha domand: "Bi riya xwezayê hizir, sekn û rastiya mirovan tê nasîn. Her tiştê di vê xwezayê de divê wekî rih û can were dîtin bi taybetî av, dar, ax, çem, kanî, rûbar, kevir û zinarên wê. Xwezaya ku em di nav de dijîn, wekî silsileyekê ye bi hev ve girêdayî ye. Hebûna darek, çemekî avê û çiyayekî divê ku em nirx û wateyê bidin wê û wekî tiştekî jiyanî û pîroz bibînin. Xweza wekî silsileyekê ye, ji jîngehê pêk tê û di vê jîngehê de mirov, lawir û zindiyên cuda, keskahî û nebatên wê hene. Bi vê pir rengiya xwe hevsengiya hebûnê diparêze."

'Xwezaya duyem mirov e'

Rîhan Temo da zanîn ku mirov xwezaya duyem e û wiha anî ziman: "Mirov xwezaya duyem e, ji ber her tiştê di xwezayê de heye di laşê mirov de tê peydakirin. Di warê zaniyarî de dibêjin ku gerdûn ji %70 av e û yê din jî ax e û di nava vê axê de çiya, dar û zindiyên cuda hene. Di heman demê de jî mirov wiha ye, ji %75 av ji laşê wan re pêwîst e, rêjeya din jî çerm û hestî ne. Ji lewre xweza mala me ye. Her wiha xwezaya yekem a ku em nav de dijîn, dihêle ku bi hevsengî û girêdana nava pêkhateyên wê de, jiyana mirovan berdewam bike û hebûna wan biparêze."

Êrîşên li dijî xwezaya Mezopotamyayê

Rîhan Temo da xuyakirin ku Mezopotamya herêmeke pir dewlemend e û wiha pêl da gotinên xwe: "Mezopotamya ku navenda wê jî Kurdistan e, di Rojhilata Navîn de bi pir rengî û cureyên xwe yên zindiyan, dewlemendiya axê û şînahiyên xwe dihat nasîn. Li ser vê axê gihayên ji bo şîfayê, gihayên ji bo bêhnê û yên xweşikbûnê hene. Ev jî dibe sedema ku bala gelek reng û cureyên çûk û zindiyên cur be cur bikşîne wan ber û ber bi xwe ve bibe. Mînak li çolistanan diyar in çi zindî hene wekî rebtîl û mar li gorî xwezaya çolistanê dijîn. Ji mêj ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çandina daran, çandiniyê, bi çem, av û kaniyên xwe dihat nasîn. Lê di roja îro de êrîşên sîstematîk li dijî xwezayê tên pêkanîn. Birîna daran li herêmên di bin dagirkeriya tirk de ne, bi zanebûn tê kirin ku guhertineke demografîk çêbikin û avhewaya herêmê bidin guhertin. Bi vê dagirkeriyê êrîşên li dijî xwezayê çêdibin. Deverên wekî daristan dihatin dîtin îro veguherîne çolistanên rût."

'Ji ber siyaseta rejîma Baasê gel berê xwe da çandiniyê'

Rîhan Temo bal kişand ser serdema Rejîma Baasê ku bi siyaseta feqîrtiyê li herêmê dinêrî û wiha pêde çû: "Rejîma Baasê ku zêdetirî 50 sal in li herêmê serwer bû, bi siyaseta ku bi çavê feqîrtiyê li vê axê dinêrî, di warê ekolojiyê de tiştek bi pêş nexist. Ev jî bû sedem ku gel berê xwe bide çandina çend cureyên demsaliyê wekî çandina genim, pembo, ceh û cureyên din. Her wiha krîza ku herêm di salên 2012-2013'an tê re derbas bû ku qutbûna alavên germbûnê wekî mazot, ev jî bû sedem heta li parêzgehên daran, dar werin birîn."

‘Sedemên koçberiya çûk teyr û windabûna cureyên masiyan êrîşên li ser xwezayê ne

Rîhan Temo sedema koçberiya çûk, teyr û zindiyên din ji herêmê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Bi krîz û kaosa ku çêbû gel darên giştî ji bo xwe birîn. Ev jî bû sedem gelek reng û cureyên çûk û zindiyan ji herêmê bar bikin. Darên ku hatin birîn, çekên ku hatin bikaranîn, şerê avê yê ku li herêmê tê meşandin, qutkirina çeman û zuhabûna kaniyan ev hemû jî sedemên koçberiya çûk û teyrikan in. Qutkirina çemê Firatê bû sedem pir cureyên masiyan werin windakirin. Mînak ji ber vê zuhabûnê nexweşiyên laşmaniya û kolêra derketin û bi hezaran kes pêketin. Bikaranîna çekên kîmyewî yên ku li ser Kurdistanê tên bikaranîn dibe sedema koçberiya zindiyan û mirina wan."

'Senfoniya biharê feqîrtir dibe'

Rîhan Temo da payin ku mirovê bixwaze ji enerjiya negatîf xilas bibe pêwîstiya xwe bi xwezayeke ji dengê çûk û avê, bêhna dar û gulan pêk tê dibîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji ber avakirina bendevan û bikaranîna erdan û cihên şînahiyê xweşikbûna gund û bajaran  winda bû. Di heman demê de ev senfoniya biharê ya ji dengê çûkan pêk tê êdî nayê bihîstin. Ji ber bikaranîna wesayîdan, şewata mazot û petrolê bi rengekî ne saxlem, avhewa qirêj bû, bi xwe re pir nexweşiyên bedenî û derûnî anî. Dema xirabiyek di xwezayê de çêdibe, yekser bandorê li jiyana mirovan jî dike."

Çareserî

Rîhan Temo bi van gotinan riya çareseriya van pirsgirêkan anî ziman: "Ji bo ku em bikaribin ji van pirsgirêkan xilas bibin û careke din herêmên xwe ekolojîk bikin, jîngeha xwe careke din kesk bikin teyrikên ku koçber bûne dîsa vegerin xebateke bi zanistî lazim e. Divê ku dar werin parastin û zêdekirin. Divê ku parêzgeh ji nû ve nûjen û ava bibin, da ku em bikaribin rengê çûkan bînin herêmên xwe. Wekî riyeke çareseriyê, me wekî Platforma Jin a Ekolojî bi daxuyaniyekê kampanya çandina daran ji bo bersivên kiryar û dagirkeriyê bi dirûşma "Li dijî çekên kîmyewî yên welatê me dixin zelzelistan û çolistan em ê daristanan ava bikin " ragihandibû. Divê her kes çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk wekî erk û berpirsiyariyên xwe bibîne. Hedefa me ew e ku em ekolojiya xwe biparêzin û her kesê bikin hevkarê vê parastinê. Em bikaribin dîsa welatê ku bi hezaran cangoriyan xwîna xwe ji bo wê rijandine, bedew bikin, planên dagirkeriyê têk bibin û pêşî li nexweşiyên ku jiyana zindî û mirovan dixin xeterê bigrin."