‘Divê hemwelatî ji bo guherîna pergala hikumetê dengê xwe bidin’

Nivîskar û çalakvana mafê mirovan Şîrîn Tahir bang li hemû hemwelatiyan kir ku ji bo guherîna ku di pergala hikumetê de were çêkirin, divê hemû kes biçin ser sindoqan dengên xwe bidin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî - Hilbijartinên dema 6’emîn ya parlementoya herêma Kurdistanê ji bo sala 2014-2028’an di saet 7:00’ê sibehê de destpêkir û heta saet 18:00’ê êvarê dê berdewam bike. Divê hilbijartinê de 136 lîst û hezar û 191 namzet ku ji wan 368 jin in, ji bo bi destxistina 100 kursiyên parlementoyê di pêşbaziyê de ne. 

Nivîskar û çalakvana mafê mirovan Şîrîn Tahir derbarê beşdariya hemwelatiyan ji bo hilbijartinê axivî. Şîrîn Tahir anî ziman ku hilbijartina parlementoyê pêvajoyek siyasî û medenî ye û got xeletiya hikumetê wisa dike ku hemwelatî û herêm ber bi qonaxek metirsîdar ya siyasî û aborî ve biçe. Şîrîn Tahir wiha domand: “Tevî ev qeyrana aborî û siyasî ya li başûrê Kurdistan diqewime, nabe bibe sedemê baykotkirina dengdanê. Ji ber beşdarnebûna hemwelatiyan di hilbijartinê de, nabe sedemê paşkertinê û ji karketina hikumetê li başûrê Kurdistanê. Hebûna vê qeyrana ku hemwelatî di nav de ye, nîşan dide ku pêwîstî bi guherînê heye. Divê hemwelatî ji bo encamdana guherîna di sîstema hikumetê de biçin ser sindoqan û denge xwe bidin. Damezrandina parlementoyê nûnertiya hemwelatiyan dike.”

‘Divê parlementer nûnerên gel bin’

Şîrîn Tahir wiha behsa giringiya beşdarbûna pêvajoya hilbijartinê kir û got: “Divê hemwelatî beşdarî dengdanê bibin. Hilbijartin berbijêrek ji bo parlementoyê û nûnertiyê, erkê hemû dengdêran e. Divê berbijêr jî bi awayê herî baş kar li ser aliyê aborî û siyasî ya herêma Kurdistanê bikin. Divê parlementer nûnerên gel bin. Ji bo tevahî mafê hemwelaiyan û jînan têkoşînê bikin.”

Şîrîn Tahir bal kişand ser rola jinên parlementer û wiha got: “Dema namzetek jin diçe parlementoyê, weke kesek asayî naçe, parastina serweriya nîştîmanî û başakirina rewşê dike. Jin ji derveyî erkê xwe, divê weke nûnerek jin li parlementoyê de hebûna wê hebe. Li  herêma Kurdistanê niha jin ji ber guherîna Zagona Rewşa Kesane rû bi rûyî metirsiyan e. Lewra divê bi dîtina vê rastiyê û girîngî dayîna vê erkê biçin parlementoyê”

‘Divê jin bi daxwaz û îradeya xwe biçin parlementoyê’

Şîrîn Tahir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema jin weke mafnasê jinan diçin parlementoyê. Çiqas ji bo bi destxistina mafê taybet yê jinan hewl didin. Her wiha ji derveyî koteya jinan, divê jinên berbijêr weke erkek dîrokî biçin perlementoyê û divê di demê bên yê parlementoyê de bê kota bi daxwaz û îradeya xwe biçin parlementoyê.”