‘Divê hemû jinên cîhanê di têkoşîna wekheviyê de bibin yek’
Parazvana mafên jinên Mexribî, Souad Al-Taousî bal kişand ser girîngiya guherîn û veguherîna civakî ya li dijî pergala baviksalar û got ku dive hemû jinên cîhanê ji bo wekheviya zayendî di civakê de çêbibe, têkoşîna xwe bikin yek.

Mexrib – Mirov, pîvanên zayenda civakî bi têkiliyên xwe yên bi malbat, dibistan, cihê kar û qadên civakî yên weke medyayê de hîn dibe û dipejirîne. Ango rolên ku xwe dispêrin zîhniyeta zayenda civakî nayê wê wateyê ku dê neguherin û neyên lêpirsînkirin. Dema ku qalib û rolên ku li gorî zayenda civakî teşe girtine tûj bibin û xwe di nava jiyanê de bi cih bikin; dengê dijberî wan derdikeve. Li dijî kesên ku van qalib û rolan napejirînin jî zext û şîdet zêde dibe. Aktivîsta mafên mirovan, Souad Al-Taousiî jî yek ji wan jinên Mexribê ye û têkildarî vê mijarê dixebite. Souad Al-Taousî diyar dike ku li Mexribê pergala serdestiya mêr heye û dibêje ku di zagonên vî welatî de wekheviya jin û mêr heye lê di pratîkê de tune ye. Souad Al-Taousî, li ser xebatên xwe ji ajansas me re axivî.
‘Zagon hene lê nayên pêkanîn’
Weke aktivîsteke civakê we got ku ji bo îşkenceyê qet tolerans tune ye û di vî warî de xebatên xwe meşand. Gelo mirov dikare bibêje ku nêzîkahiya zayenda civakî daxilê planên polîtîkayên giştî tê kirin?
Şîdeta li hemberî jinan di her warê jiyanê de heye, ev yek ne tenê li Fasê li hemû cîhanê wisa ye. Ev rewş ne tenê li ser jinan, li ser zarok, malbat û hemû civakê bandora nebaş dike. Ji ber vê yekê em ji şîdetê re dibêjin na. Em dibêjin dive şîdet bi temamî ji holê rabe. Zayenda civakî dikare daxilê polîtîkayên giştî were kirin? Têkildarî vê gelek prosedur û tedbîr hene. Tişta girîng û esasî jî ew e ku guherîn û veguherînek civakî xwe nîşan bide. Li Mexribê pergala baviksalar serdest e û heta ku em vê zîhniyetê neguherînin, çiqas zagon werin derxistin jî dê nebe bersiv û çareserî çênebe. Bêguman zagon jî girîng in lê di zagonên Mexribê de jixwe di xala wekheviya jin û mêr de pêşveçûn hene lê di pratîkê de gavek jî nehatiye avêtin.
‘Divê xebatên ji bo zêdebûna zanîn û hişyariyê hebin’
Em şîdetê tenê wek têgeh nabînin. Em civak û jiyana çawa dixwazin. Nêzîkahiyek li ser pirsa divê çawa were jiyîn pêwîst e. Ji bo guherîneke civakî çêbbibe bêguman xebatên ji bo zanîn û hişyarbûnê pir girîng in. Ger em ji bo guherîn û veguherîna civakî xebatên ji bo zanîn û hişyarkirinê nekin, em ê nikaribin jiyana demokratîk, wekhev û azadîxwaz ava bikin.
‘Li gelek welatan newekhevî heye’
Li welat kiryarên ku jinan biçûk dixînin normal tên dîtin. Ev yek jî encama nêrîna mêr a li jinan e. Heta ku wekheviya zayenda civakî pêk neyê; dê ‘seqet’ bimîne lewre em civakê li ser du lingan dibînin û ger jin û mêr wekhev nebin, civak seqet e. Bêguman tenê li Mexribê rewş wiha nîn e li gelek welatan jin û mêr wekhev nîn in. Em dibînin ku gelek welatên ku xwedî zîhniyeta zayenda civakî ne û diparêzin jî di pratîkê de kêm dimînin.
‘Pêdivî bi hewldan û tecrubeya hevpar heye’
Ji bo bilindkirina statuya jinan, di navbera tevgerên jinên Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn de koordînasyonek çawa dikare çêbibe?
Rewşa civakî li gorî welatan diguhere lê girêdana bi xebatên civakî ve û tenê wek tevlibûn, di heman demê de ji bo beşdariya civînên navneteweyî bi riya foruman, mijarên hevpar ên ku divê em li ser wan bixebitin hene. Pêdiviya jinên ku di bin siya û pirsgirêkên ji wê rewşê diqewimin de dimînin, bi destekê heye. Em li erdnîgariyên cuda bin jî li heman cîhanê dijîn. Ji ber vê yekê, ji bo em bikaribin hemû astengiyên ku pêşî li têkoşîna me ya mafdar digrin ji holê rakin pêdiviya me bi hewldan û tecrubeyên hevpar heye.