‘Divê hemû jin li dijî êrişan rawestin’
Jinên bajarê Silêmanî der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê de wiha got: “Di şeran jin du qat êşan dikşînin. Divê hemû jinên cihanê li dijî êrişan rawestin û dengê xwe bilind bikin.”
Silêmanî- Di 27’ê Mijdarê de çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrişî bajarê Heleb û Kantona Şehba-Efrîn û kir û xelkê Şehba koçber bûn û berê xwe dan bajarê bi ewle yên Rêveriya Xweser. Roxîna rejîma Sûriye ya bi serokatiya Beşar Esad, di 8’ê Kanûnê de qonaxek din ji bo Sûriye û bi taybet çarenûsa Kurdan û gelên navçeyê li Sûriye destpê kir.
Jinên bajarê Silêmanî piştevaniya xwe ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê anîn ziman û behsa rewşa jinan di nava koçberiyê de kirin.
‘Koçberî ji bo jinan du qat girantir e’
Nivîskar Nermîn Evdûkî ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye wiha behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Rojavayê Kurdistanê hertim rastî êrişan tê û xelk carek din neçarî koçberiyê bûn. Koçberî ji bo jinan du qat giran e. Her wiha pêwîstiyên wan ên taybet heye. Ji ber wê şer ji bo jinan girantir dibe. Li aliyek din girêdanbûna jinan bi mal û xakê bihêze û nikare bi hêsanî dest ji xaka xwe berde, dema jinek koçber dibe êş û jiyana wê girantir dibe. Tenê jin dikarin jinan hîs bikin, ji ber wê divê hemû jin dengê xwe derbixin. Daxwaza me ewe ku hemû jinên cîhanê li dijî êrişan rawestin û daxwaza maf û azadiyê bikin.”
‘Rewşa koçberiyê ji jinan re zehmet e’
Ciwana xelkê Silêmanî Kanî Abdullah destnîşan kir ku dema ku bihîst êriş li ser Rojavayê Kurdistanê heye gelek xemgîn bûye û wiha got: “Niha di cîhanê de ne aramî zêdetir bûye û xelk koçber dibin. Divê demê de jin di asta yekem de rastî zehmetiyan tên. Ji ber xwedî zarok in, dayîke û pêkhateya wê ya biyolojî ya taybet heye. Rewşa koçberiyê jêre zehmet e. Ez dema koçberan dibinim, ez xwe dixim cihê wan de ku di koçberiyê de rastî astengiyê tên. Herkes ji aliyê xwe dikare piştevaniya Rojavayê Kurdistan bike. Malpera min heye û hewl didim bi agahiyan li ser Rojavayê Kurdistanê ji bo ew kesên ku agahiya wan jê nîne parve bikim û ji rewşa xelkê agahdar bin.”