Divê Helebce bibe bajarê jîndarî û dilê yekitiya netewî - ANALÎZ
Li Helebceya ku wek bajarê jin û dayîkê dihat nasîn, piştre terîqet hatin birêxistinkirin û jin ji gelek tiştan hatin bêparkirin. Pêwîst e ku Helebce xwe ji vana xilas bike û ji nû ve vegere ser koka xwe.

BERFÎN DELAL
Di destpêkê de ez tevahî şehîdên Helebceyê ku jiyana xwe ji dest dane û hemû Kurdên ku bi hovane hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Kesên ku wê roja biharê veguherandin xewnereşkê, şermezar dikim. Bêguman girîng e em siyaseta dewleta Îraqê baş bizanibin. Ji destpêka avabûnê ve bi rengekî netewperestî, bi rengê Ereb, dûrî rastiya gelê vî welatî hat damezirandin. Bi taybetî piştî ku partiya Baasê di sala 1968’an de bû desthilatî, heta hilweşandina hikûmetê ku sala 2003-2004’an bû, komkujiyên mezin çêbûn.
Li gelek gund û bajarên Başûr çekên qedexekirî bikar anîn
Ev ne tenê li hemberî gelê Kurd bû, di heman demê de li hemberî Şîayê jî bû. Bêguman ev komkujî bi destûra dewletên hegamon hatine kirin û heta niha jî dewleta Tirk a dagirker bi sedan car çekên kîmyewî bikar anîne. Dema em li dîroka Helebceyê dinhêrin, dibînin ku li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê çekên qedexekirî hatine bikaranîn. Mînak li qezaya Qeredax, Sewsênane, nêzî 200 mirov hatin qetilkirin. Di heman demê de li gundê Balîsana yê nêzî sînorê Hewlêrê di sala 1987’an de gelek kes hatin qetilkirin. Di sala 1987’an de hikûmeta Baasê li ser bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê çekên qedexekirî bikar anî.
Bi sedhezaran Kurd li Başûr bi komkujiyan qetil kirin
Li Başûrê Kurdistanê nêzî nîv milyon kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber wê em dibînin ku siyaseta dewleta Baasê, siyaseta tunekirinê ye. Nasname û çandê înkar nake û nikare înkar jî bike, ji ber ku berxwedan hebûye. Bes ji bo komkujiya sor, di dinyayê de tu mînakek wek dewleta Baasê nîne. Dema em behsa çekên qedexekirî bikin divê em behsa operasyonên Enfalê jî bikin. Di sala 1986’an de ji meha Sibatê heta meha Îlonê berdewam kir. Heya 1989’an komkujî berdewam kir. Di operasyonên bi navê ‘Enfal’ ên di sala 1988’an de li Başûrê Kurdistanê çêbûn de, 182 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Di wê demê de Saddam Huseyîn bi bikaranîna navê Sûreya Enfal ku sûreyek ji Qur’anê ye, hewl da komkujiyan rewa bike. Di sala 1983’an de jî bi navê komkujiya Enfalê 8 hezar mirov hatin qetilkirin.
Almanya çêkir Holandiyek firot Saddam bikar anî
Bêguman em dikarin bêjin di encama komkujiya sor a li Başûrê Kurdistanê de trajediyek bi êş rû daye. Êşên mezin di ruh û derûniya mirovan de çêkiriye, lê tevî her tiştî gel qet serî netewandiye. Bêguman dewleta Baasê nikaribû çekên qedexekirî çêke, ji ber wê dewletên serdest alîkarî dan, bi taybetî çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Almanya ve hat çêkirin û mêrek Hollandayî difrot hikûmeta Îraqê. Divê bê zanîn ku di hemû komkujiyên heta niha hatine kirin de, tiliya dewletên hegamon heye.
Eniya Kurdistanê
Komkujiya Helebceyê di 16’ê Adara 1988’an de çêbû. Wê demê di navbera Iraq û Îranê de şer bi dawî nebûbû. Di wê demê de Kurdan xwe di eniyek de bi rêxistin kiribûn, navê wan Eniya Kurdistanê bû. Hemû partiyên Başûrê Kurdistanê di nava wê eniye de cih girtibûn.
Gelek berpirsên pêşmergan bi komkujiyê dizanibûn
Di wê demê de Eniya Kurdistanê çûbû Helebceyê, pasdarên Îranê li ba wan bûn û hikûmeta Iraqê gef li wan xwar ku wê çekên qedexekirî bi kar bînin. Gelek ji berpirsên pêşmergeyan dizanibûn wê çekên qedexekirî werin bikaranîn, lê belê dîsa jî dereng man. Ji ber wê pêşmerge dikaribûn zûtir derkevin. Ev komkujî gelek baş tê bîra min. Di sala 2012’an de li Ewropayê konferansek derbarê komkujiyên Roboskî û Helebceyê de hatin lidarxistin. Di wê de gelek goftûgoyên girîng hatin kirin. Ji ber ku çekên qedexekirî hatibûn bikaranîn. Hemû bi ser bajaran de barandin û bêhna sêvê belav bûbû. Gel wisa dizanibû ku Îran bombebaran dike, xwe xistibûn jêrzemînan. Ji ber wê di roja yekem de 5 hezar mirov şehîd bûn û 10 hezar kes jî birîndar bûn. Li gel wê di aliyê tenduristî de ne aliyên hikûmeta herêmê û ne jî aliyên hikûmeta navendî ji bo çareseriyê nehatin. Rojane mirov şehîd bûn an jî bi wan êşan neçar man bijîn. Di wê demê de gelek mirov, bi taybetî jî zarok, li ser sînorên Îran yan jî li herêmê wenda bûn. Bêguman armanca vê komkujiyê, tunekirina neteweyek bû.
Helebce bû qurbana şer û aloziyên herdû welatan
Helebce nêzî sînorê Îranê ye, ji ber wê gelek caran bûye hedefa şer û aloziyên herdû welatan, Îran û Iraqê. Kesên ku dizanibûn dê çekên qedexekirî werin bikaranîn, yekser ji jêrzemînan derketin û ber bi ava Sîrwanê ve çûn, xwe rizgar kirin. Ji ber wê di bîranînên Helebceyê de bi piranî behsa ava Sîrwanê tê kirin. Ew hêzên ku xwe mîna şoreşger didîtin, gel fêrî xweparastinê nekirin. Ji ber wê mêr zêdetir dikaribûn bazdin û biçin, lê jin û zarok li paş diman.
Dijmin dixwaze koka Kurdan rake
Li Helebceyê ji ber komkujiya ku çêbû, bandorek neyînî di aliyê derûnî de li ser xelkê çêbû. Piraniya birîndarên wê demê yan şehîd bûn an jî bi celte mirin. Bi bandora çekên qedexekirî, mirov qet baş nabe, mêjî têk diçe, dibe sedem ku zarokên mirov çênebin. Ev jî tê wê wateyê ku dijmin dixwaze koka Kurdan rake. Ne tenê mirov, di heman demê de xweza û hemû zindî jê bi bandor dibin û tune dibin.
Bi pêşketina zanista pozîtîvîst re ehlaq û wîjdan nema
Mirovahî bi pêşketina zanistê re bi pêş dikeve, bes di vir de ehlaq û wîjdan nemaye. Dema zanist bipêş ket, bû sedema çêkirina çekên qedexekirî ku di kêlî û çirkan de bi hezaran mirov bi wan dimrin. Di dawiya sala 1992’an de dema goftûgo hat kirin ku statuya başûrê Kurdistanê çêbibe, hêzên desthilatdar gotin dibe ku statu hebe. Ango wî mafî bi xwe re didîtin ku mirovan bi koman bikujin û piştre mafê serxwebûnê bidin. Ev feraseta faşîstane ye, bi taybetî li ser gelê Kurd disepînin. Bes diyar e di dawiyê de mêtingerên wek Brîtanya û Amerîkayê nahêlin pirsgirêka Kurd çareser bibe û aqilê paşverû û şovenîst ê Ereb û Tirk li ser gelê Kud ferz bikin. Piştre jî dibêjin em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ango kesên ku bi xwe komkujiyan kirine vêya dibêjin. Ev bêmafî ye. Tevî vana jî, gelek Kurd ji welat û nasnameya xwe dûr dikevin û hewl didin ber bi Ewropayê ve herin. Ji ber wê, divê li hemberî van êrîşên dewletên serdest analîzek rast were kirin. Divê bertek ne tenê li hemberî hikûmeta Baasê û netewperestiya Ereb, li dijî dewletên kapîtalîst û Rojava jî bê nîşandan. Wan dewletan bi navê zanistê ehlaq tune kirin, tu pîvanên mirovî û ehlaqî nas nekirin. Ew zanista ku bi bêrehmî li hemberî mirovan tê bikaranîn, weke ku jêneger be xwe dide nasîn û mafê biryarên derbarê mirovan de bi xwe re dibîne.
Herêma Helebceyê xwedî gelek taybetmendiyên xwezayî ye
Erdnîgariya Helebceyê bi ber û bereket e. Mînak gundê Hewar ku yek ji gundên Helebceyê ye, şêniyên wê bi zaravayê Kirmanciya navîn û Soranî diaxivin, di heman demê de bi devoka Hewramî diaxivin. Ev herêm xwedî taybetmendiyên xwezayî ye. Li wê derê jin serwer in û pirzewacî tuneye. Berhemên xwemalî hene. Di heman demê de di baweriya Kakeyî û Yarsanî ku berdewamiya baweriya Zerdeşt e; pirzewacî tune. Ev çandek gelek xweşik e. Bi hatina Îslamê re Şarezûr, bi seferên îslamê re bi komkujiyan re rûbirû maye lê berxwedaneke bêhempa nîşan dane. Her wiha li Şarezûrê jinên wek Nêrgîz Caf û Rihane Lorî bi taybetî jinên ku ji çanda Yarsanî û Kakeyî di aliyê hunerî de kesayetiyek mînak girtine, hene. Di heman demê de Adîle Xanim wek seroka Eşîra Caf, bandorek baş kiriye. Ji ber wê di aliyê civakî de, civakek pêşketî û di hebûna Kurdan de di warê wêje û hunera Kurdî roleke wê ya mezin hebû. Di heman demê de Nalî û Salim û Kurdî ku bi sê helbestvanên (Sê kûçekeyî Baban) tên nasîn, li deşta Şarezûrê di warê huner û edebiyata Kurdî de roleke mezin lîstine û bandorek wan a mezin hebûye.
Ji bo kêmkirina bandora wan terîqet ava kirin
Pêwendiya du çandên Kakeyî û Yarsanî bi hev re, dewlemendiyek xweş ava dike. Her wiha mîna em behs dikin têkiliya Şarezûrê bi Şengalê re jî gelek bi hêz bû. Li aliyekî din di sedsala 20’an de ji bo bandora çanda Yarsanî û Kakeyî lawaz bikin, Terîqeta Neqşibendî û Qadiriyan serwer kirin. Her çend herdu terîqet di dîroka Kurdistanê de di aliyê welatparêziyê de rolek mezin lîstibin jî, di sedala 20’an de bi taybet di baweriya Neqşibendî de rolek negatîf a vê baweriyê çêbûye. Ji ber wê niha ji derve, Helebce weke navenda Îslamê û terîqata Neqşibendî tê nasîn. Bi taybetî di sala 1093’an de tevgera Îslamê li herêmê ava bû. Hem tevgera Îslamê û hem komelgeha Îslamê li vê herêmê di nava nakokî û pêşbirkek dijwar de ne. Xwestin zêdetir nakokiyên mezhebî li herêmê serwer bikin û baweriya ku ji koka Aryeniyan tê, lawaz bikin. Tevî wan, bi avabûna partiya Şîa ya Iraqê re gelek jin başdar bûn. Ji bo wan hemûyan bê bandor bikin, bi taybetî di sala 1990’an de, xwestin bikin cihê alozî û şerên olî tê de hebe. Ev hemû tişt, ji bo ku komkujiyan ji bîra xelkê bibin, hatin kirin. Jixwe ev hemû bûn sedem ku bingeha komên weke DAIŞ’ê li vê herêmê çêbibe û nakokî li dijî pergala desthilatdar çêbibe.
Bi Îslama siyasetî roleke negatîf li ser Helebceyê ferz kirin
Pergala ku li Helebceyê tê birêvebirin, divê bi vî awayî bê dîtin. Ev bi salan e ku hem partiya Komeleya Îslamê û hem jî Yekgirtuya Îslamê çend şahiyan li dar dixin, hemû kes hîzarê li xwe dikin û ev jî trajediyek gelek bi êş e. Em dikarin bêjin ku bi Îslama bûye amûra siyasetê, roleke negatif li ser Helebceyê ferz dikin. Tevî van hemûyan jî, helbestvanên vî bajarî her dem bi nav û deng in. Jin her dem bi hêz û pêşeng in. Mînak di têkoşîna me de hevala Cahîde ku di sala 1992’an de beşdarî nava refên têkoşînê bû, ji Helebceyê ye û yekem şehîda jin a tevgera jinan ji Başurê Kurdistanê ye.
Hevalê Bekir û ‘Diyar Bekir’
Tevgera Azadiyê her dem girîngiyek zêde dida Helebceyê, lê belê rastî astengiyan hat û ji ber van astengiyan rê nedan ku bi başî tevgera me, bi hemû hêza xwe li wê derê xwe bicîh bike. Mînakek din a ku em behs bikin, hevalê Bakir bû ku di sala 1992’an de di nava şer de, di sala 1995’an de di nava kar û xebatê de cîh girt, di destpêka sala 2000’an de ji ber teqîna bombeyê şehîd bû. Hevalê Bekir xwedî dikanek televîzyonan û kel û pelên elektronîk bû. Di wê şevê de hinek kesên sîxur ên di nava asayîşa YNK’ê de bombe dixin nava televîzyonek, li dikanê bi teqîna bombeyê hevalê Bekir şehîd bû. Hevalê Bekir xwedî kesayetek gelek welatparêz û girêdayî xaka xwe bû, navê kurê xwe kiribû Diyar û weke behs dikir dixwest dema rojekê kurê wî biçe dibistanê, mamoste gazî bikin jê re bibêjin ‘Diyar Bekir.’ Hevalê Bekir xwedî cehwerek kûr û welatparêz bû, girêdayî xaka welatê xwe bû, ji bo Yekitiya Neteweyî têdikoşiya. Kesayetek rast û bê tirs bû, bi kûrî êşa Helebceyê jiyabû. Ew heval û gelek şehîdên din ên herêma Şarezûr û Helebceyê hene.
Pêdivî bi statuya yekîtiya netewî heye
Mijareke din jî ev e; hem siyaseta YNK’ê hem jî ya PDK’ê ew bû ku gelek caran ji bo Helebceyê tazmînata madî bigrin. Tazmînata madî ji bo birîna komkujiya Helebceyê nabe çareserî, birînên nû çêdike û kûrtir dike. Çareseriya sereke ew e ku statuyek çêbibe, herkes bi awayekî demokratîk û azad bikaribe bijî. Bi taybetî pêwîstî bi statuyek heye ku Yekitiya Neteweyî û mafên jinan tê de pêk hatibe. Ne statuyek ku navendî û kevneperest be, rojane jin bên qetilkirin û ne statuyek ku bi navê Îslama siyasî xwe ferz bike. Îro beşek zêde ji şêniyên berê yên Helebceyê berê xwe dane bajarê Silêmanî û hinek jî li Ewropayê dijîn. Helebceya ku cihê helbestvan, hunermend, bajarê pêşangehên hunerî û kesayetên têkoşer bû; bêguman siyaseta ku xwest Helebceyê bi tevahî bikuje, vala derxist.
Şehîdên Helebceyê di dilê hemû Kurdan de ne
Îro belkî bîrdariyek ji bo şehîdên Helebceyê hatibe çêkirin, lê şehîdên Helebceyê di dilê hemû Kurdên welatparêz de ne. Gelek caran min ji hevalên Bakur bihîstiye ku di dawiya salên 1980’yan de û di destpêka salên 1990’î de gelek kesan piştî çîrokên Enfalê û Helebceyê bihîstine beşdarî nava refên têkoşînê bûne. Tu wîjdan nikare li hemberî van komkujiyan bêdeng bimîne. Ji ber wê divê herkes xwedî helwest be. Komkujiya Helebceyê ne tenê wîjdanê gelê Başûrê Kurdistanê hejand, hestên hemû Kurdan hejand. Weke ku Rêber Apo behs dike divê ev fikir û feraset were lêpirsînkirin. Destpêkê ew hêza hegomon a welatên Rojava ku bingeha siyaseta wan fesadî û dubendî ye, ‘parçe bike û hikum bike’ heye.
Divê Helebce vegere ser koka xwe ya jin-dayîkê
Bersiva pêwîst ew e ku em şehîdên xwe ji bîr nekin û têkoşîna me li ser bingeha fikrên neteweyî, yekbûna gelan, azadiya jinan û hevjiyana azad be û em vê bihêztir bikin, hewl bidin statuyek demokratîk ava bikin. Ne statuyek demokratîk ku nikaribe xizmetê ji meseleya neteweya me re bike. Li ser vê bingehê di salvegera komkujiya Helebceyê de divê em soza xwe li hemberî şehîdên Helebceyê nû bikin. Divê Helebce ne tenê cihê birînek kûr be, divê bibe cihê yekitiya neteweyî, navenda jiyana bi hev re ya hemû baweriyan be, divê Helebce vegere ser koka xwe ya ku bi salan jin û dayîk tê de pêşengên civaka xwe bûn.