'Divê girtiyên nexweş Leyla Aygûn û Hanîfe Arslan bên berdan'

Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên li Enqere û Stenbolê hatin lidarxistin de, ji bo azadiya Leyla Aygun û Hanîfe Arslan, ji bo parastina mafên xwe yên tenduristî û jiyanê, daxwaza berdana wan hat kirin.

Navenda Nûçeyan-Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 514’an de çalakî pêk anîn. Endamên înîsiyatifê li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê kom bûn. Endamên Înîsiyatifê bal kişandin ser rewşa  Leyla Aygun a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Endama Lijneya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevirmen axivî û wiha got: “Aygun beriya bê girtin ji pêsîrê xwe emeliyat bû.

 ‘Dermankirina wê nîvco ma’

Leyla Aygun ji ber nexweşiya xwe dermankirina tîrêjan didît. Lê piştî 1 sal û 9 meh cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin, di Adarê de hat girtin û dermankirina wê nîvco ma. Dê tedawiya Kemoterapî bidîtaya. Nû dest bi dermankirinê kiribû. Lê hat girtin. Ji ber hat girtin dest bi dermankirina kemoterapi nekir û qut bû. Piştî li Girtîgeha Bakirkoyê girtî ma, tenê çend caran çû girtigehê. Ji bo Aygun bê dermankirin, divê serbest bê berdan. Em bang dikin ku Aygun berdin.” 

  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 642’yemîn rûniştina F li ber avahiyên komeleyê li Beyoglûyê pêk anî, wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Di rûniştinê de dirûşmên "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin dide jiyîn" hatin berzkirin. Di rûniştina vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiya 76 salî- Hanîfe Arslan a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî bû û tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran nehat berdan. Metna çapemeniyê endamê Komîsyona Girtîgehan Mehmet Acettîn xwend.

Di rûniştina F de bal hat kişandin ser rewşa Hanîfe Arslan

Mehmet Acettîn bal kişand ku girtiyên nexweş li girtîgehan nehatine dermankirin û ji ber vê yekê mirine û diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê di navbera salên 2018-2023'an de bi giştî 2 hezar û 258 girtî li girtîgehê mirine. Mehmet wiha got: “Hanîfe Arslan bi KOAH, ulsera mîde, şekir, dil û tansiyona bilind e. Li gorî agahiyên keça wê di derbarê Hanîfe Arslan de ku roj bi roj rewşa wê xerabtir dibe, Hanîfe Arslan a ku di sala 2021'an de hat girtin û tevî nexweşiyên xwe yên giran û temenê wê hê jî di girtîgehê de ye, di tuwaleta ku ji bo astengdaran  ne guncave de ket û di encamê de diranên wê şikestin. Rêveberiya ku di destpêkê de guh neda vê rewşê, piştî ku di vê mijarê de raya giştî ava bû, klozet tuwalet danîn û Hanîfe Arslan birin nexweşxaneyê. Keça Hanîfeyê diyar kir ku poşmanî  diya wê hat ferzkirin, ji ber ku qebûl nekiriye, serbest nehat berdan. Li welat di darazê de cotstandartî   heye.  Keça hanîfeyê diyar kir ku ew ji ber nasnameya xwe ya Kurd her tim weke terorîst tên dîtin û got ku  ew ne terorîst in. Dayika wê Dayika Aştiyê ye û yekane daxwaza wê ew e ku her kes di nava aştiyê de bijî."

‘Divê Hanîfe Arslan û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan’

 Mehmet Acettîn di dawiyê de wiha got: “Hanîfe Arslan a ji ber ku di şert û mercên girtîgehê de dermankirin û lênerîna têr  kirin û ji ber nexweşiya wê poşmanî lê hat ferzkirin ji bo bê ameliyatkirin divê bê berdan. Vê hefteyê di çarçoveya 642'emîn Rûniştina F de "Em bang li rayedaran û raya giştî dikin ku ji bo girtiya nexweşa giran Hanîfe Arslan û hemû girtiyên nexweş ên giran serbest bên berdan û mafên wan ên tenduristî û jiyanê bên parastin erka xwe bi cih bînin" 

Rûniştin bi dirûşman bi dawî bû.