‘Divê girtîgehên Tîpa Y û S bên girtin’

Komîsyona Hiqûqê ya Partiya DEM'ê, diyar kir ku sepanên girtîgehên bi tîpa Y û S cara ewil li Girtîgeha Îmraliyê ketine meriyetê û got ku divê ev girtîgeh demildest bên girtin.

Navenda Nûçeyan - Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan rapora têkildarî girtîgehên tîpên Y û S’yê de eşkere kir. Rapor, li navenda giştî ya partiyê hat eşkerekirin. Ozturk Turkdogan diyar kir ku li van girtîgehan bi taybet jî girtiyên siyasî tên ragirtin.

‘Divê girtîgehên Tîpa Y û S bên girtin’

Ozturk Turkdogan, diyar kir ku wan li ser serdanên gelek girtîgehên Tîpa Y û S rapor amade kirine û got: “Divê ev girtîgeh bên girtin.”  Ozturk Turkdogan, anî ziman ku girtîgehên mijara gotinê girtiyan “dirizînin” û wiha got:

“Xetere li ser jiyana girtiyên li vir tên girtin heye û mafên wan ên tenduristî û jiyanê tê binpêkirin. Ev gelek xeternak e. Em çima dibêjin ‘bi tîpa qutiyê’, ji ber ku odeyên wê yan yekkesî ne yan jî ji bo 3 kesan e û deriyê ketinê heye. Deriyê hewadarkirinê tune ye. Gelo girtîgeheke wiha çawa dibe? Deriyê hewadarkirinê tune ye. Ji bo wê we ji korîdorê re derbas dikin û hûn li cihekî din derdikevin hewşê. Ev yek derqanûnî ye. Di qanûnan de dibêje ‘divê ronahiya tavê hebe’. Baş e dê çawa bigire? Dê çawa bikarin hewayê paqij bigirin?”

‘Hemu pêkanîn li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê dest pê kirin’

Ozturk Turkdogan, da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê mafê berdana bişert a girtiyan ji holê rakirine û ji ber van binpêkirinan gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Ozturk Turkdogan, anî ziman ku hemû pêkanînên mijara gotinê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîda mutleq de tê girtin dest pê kir û wiha got:

“Abdullah Ocalan bi salan bi tenê bû û hêj bi tenê ye. Piştî sala 1999’an, di sala 2009’an de statûya wê girtîgehê veguherandin Tîpa F yê. Piştre jî 3 kes şandin wir. Ew jî bi tenê dimînin. Hefteyê nîvsaetê - em nizanin ka heye yan na - mafê bikaranîna qada hevpar heye. Ev modêl li wir dest pê kirin û li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Bêyî ku li nasnameya siyasî were nêrîn, divê her kes bi tiştên li girtîgehan diqewimin re eleqeder be. Partiyên siyasî yên li Meclîsê car bi car girtîgehan vedibêjin û komîsyona mafên mirovan vedibêje. Lê divê ev li Girtîgeha Îmraliyê dest pê bike. Çavkaniya hemû sepanên nebaş ew der e. Rewşeke agahînegirtina mutleq heye ku ev 3 sal û nîvin didome. Lê partiyên din qala vê rewşê nakin. Lê divê dengê xwe bikin.”

‘Pêwîste zêdetir girîngî bê dayîna girtîgehan’

Ozturk Turkdogan di berdewamiya axaftina xwe de got ku divê edalet ji bo her kesî be û got:

 “Divê edalet ji bo her kesî be. Heta ku ev rejîma zextker vî welatî birêve bibe, dê rêya her kesî bikeve girtîgehan. Lewma hûn mecbûr in bi mafên mirovan ên li girtîgehan re eleqedar bin. Û bêguman divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin. Divê ev girtîgeh bên girtin. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan, cihêkariya di rejîma înfazê de divê bê bidawîkirin û dawiyê li sepana taloqkirina tehliyeyan were anîn. Ev lijneye xwe dixin şûna dadgehê û dema girtîmayînê dirêj dikin. Divê ev tevek bên rakirin, cezayên disiplînê yên keyfî bên bidawîkirin, divê rayeyên dadgehê yên dewrî dadgeriya înfazê hatine kirin dîsa li dadgehan bên vegerandin. Divê girtîgehên bi tîpa qutiyê bên girtin.”