‘Divê gelê Kurd li dijî dagirkeriyê raweste’

Kesûkarên kesên jiyana xwe ji dest dane êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku malbatên pakrewanan, enfalkiriyan û azadixwazên li girtîgehan xwedî li başûrê Kurdistanê derdikevin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam dike. Armanca dewleta Tirk zindîkirina mîsaqî milî ye û ji 15’ê Hezîrana 2024’an ve êriş û dagirkeriya xwe ya li ser xaka başûrê Kurdistanê dijwartir kiriye. Kesûkarên pakrewanên azadiyê û enfalkiriyan dibêjin: “PDK hevkariya dewleta Tirk dike û dibe sedema şehîdkirina hemwelatiyan.”

‘Desthilatdarî xwedî li gel dernakeve’

Jina bi navê Beyan Ferec diyar kir ku Kurdan bi armanca azadbûnê ked û bedelên giran dane, bi serhildanên gel dikaribûne xaka xwe bi têkoşînê rizgar bikin û wiha got: “Xaka Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên herêma Kurdistanê ve li ser sêniya zêr pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker hatiye kirin. Ew in sedemê nebûna neftê ji bo xelkê lê belê dişînin welatên din re. Kesên xanenişîn di rêza mûçeyê xwe  de jiyana xwe ji dest didin. Niha malbatên şehîdan, enfalkirî û azadîxwazên di girtîgehan de li başûrê Kurdistanê xwedî derdikevin. Êriş û dagirkeriyê hemwelatiyên başûrê Kurdistanê bêzar kiriye. Hebûna vê desthilatdariya başûrê Kurdistanê, rêvekirina ji bo êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, hemwelatiyên başûrê Kurdistan diêşîne. Niha serokê hikumetê xwedî li başûrê Kurdistanê dernakeve. Lê belê hemwelatî û xwediyên şehîdan xwedî li xaka xwe derdikevin.”

‘Gelê Kurd xwedî fikir û felsefeya Rêber Apo ye’

Beyan Ferec da zanîn ku Rêber Ocalan li girtîgehê têkoşîna xwe didomîne û wiha got: “Malbatên şehîd û enfalkiriyan her dem xwedî li xak û welatê xwe derdikevin. Dewleta dagirker bi ala Tirk li kuçe û kolanên herêma Kurdistanê digere. Lê belê dema ku weke nûnertiya herêma Kurdistanê şande diçin welatan, mafê hebûna ala wan nîn e. Dewleta Tirk dixwaze mîsaqî millî zindî bike. Dewleta Tirk bi rojane li hemberî berxwedana li Zap, Metînayê têk diçe. Gelê Kurd niha xwedî fikir û felsefeya Rêber Ocalane bi asanî nakeve. Ew siyaseta dagirkeriyê li başûr ji aliyê dewleta Tirk û desthilatdarên herêmê ve tê encamdan, wê rojekê bi dawî bibe.”

‘Divê em xaka xwe biparêzin’

Beyan Ferec di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Malbatên şehîdan bi ruhê serferberiyê xwedî li xwîna şehîdan û xaka xwe derdikevin. Beşek ji xwefiroşên Kurd serdana dewleta Tirk ji bo herêma Kurdistanê baş dibînin.  Em Kurd divê bi riya berxwedanê dagirkeran ji xaka xwe derbixin. Em hemwelatî parastina xak û welatê xwe dikin da ku bedelên ku hatine dayîn vala neçin.”

‘Em bostek xaka xwe nadin bi tevahî cîhanê’

Dayîka pakrewan Helmet Şahîn, Leyla Elî destnîşan kir ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam dike û got: “Em xwediyên şehîdan in, bostek xaka xwe nadin bi tevahî cîhanê. Em ê li dijî dagirkeriyê rawestin, em zarokên xwe naşînin derveyî welat, em dibin alîkar ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê da ku parastina xak û welatê xwe bikin. Ev nêzî 24 salan e li herêma Kurdistanê dijîm. Ji bo min xaka min pîroz e û em xaka xwe nadin destên dagirkeran. Em ê rê nedin xaka me ji aliyê desthilatdaran ve were talankirin. Şehîd Helmet ji bo parastina xaka xwe digot; ‘Em Kurd diçin çiya parastina xak û welatê xwe dikin, naçin Ewropayê xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin.’”

‘Li dijî dagirkeriyê helwestek xurt divê’

Leyla Elî êriş û dagirkeriya li ser xaka başûrê Kurdistanê şermezar kir û da zanîn ku divê dayîk û binemalên pakrewanên azadiyê li dijî dagirekeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Em malbatên şehîdan li ser fikrên Rêber Ocalan dixebitin û her wiha parastina xak û welatê xwe dikin. Em dayik ji bo xaka xwe zarokên xwe diyarî dikin. Rast e êşek giran e ji bo me lê belê dagirkirina xaka me girantir e ji bo me. Ji ber wê em şehîdan didin. Divê tevahî Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin û berxwedanê xurt bikin.”