“Divê em parastina xaka xwe bikin”

Welatiyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê meşek girseyî li darxistin. Di meşê de jinan carek din peyama xwe ya yekrêzi û yekgirtina gelê Kurd dubare kirin.

Silêmanî - Şeva borî li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi meşek girseyî dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin. Jin, ciwan, çalakvan, rewşenbîr û nunerên aliyê siyasî bejdarî meşê bûn. Jinên beşdarî meşê bûn jî bi diruşmeyan carek din peyama xwe ya yekrêzî û yekitiya gelê Kurd dubare kirin.

“Divê metirsî bi çavek rastî were dîtin”

Rojnamevan Semîre Seîd bihsa giringiya rolê ragihandinê ji bo ragihandina rastiyê û xizmetkirina doza Kurd kir û got: “Ragihandin dikare rolê xwe bileyîze, ji ber ev êrîşane ne tenê li ser PKK’ê ye, li ser hemû xaka Başûrê Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurde. Ji ber wê divê metirsî bi çavek rastî were diyarkirin ne wek her ragihandinek aligirê partiya xwe be, xeta xiyanetê li Başûrê Kurdistanê feyde nake, tenê wê sînorên me di nava parçeyên Kurdistanê de tune bibe. Li gora ew belgeyên ku hene û bi aşkere serdana PDK ya Tirkiye derket holê ku armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Başûrê Kurdistan û destkeftiyên Kurdane. Ji ber xaka Başûr gelek dewlemende û xaza xwezayî têde heye. Li gora ragihandinên ku em rojane di bînin û di bihîsin PDK’ê xeta xiyanetê hilbijartiye û ziyanê li xwe û ew têkoşîna ku bi salan li Kurdistanê kiriye dike.”

“Divê jinên azadîxwaz li qadan bin”

Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Haje Mehemed ku bejdarî meşê bû wiha got: “Di rewşa niha de divê gelê Kurd helwestek cidî nîşan bide û hemû ew kesên di malde derkevin ji derve, daxwaza min ji wan Pêşmerge û asayîşê ku xebatê ji bo PDK’ê dikin weke Kurdekê neyên beramberî Gerîlla û li gora berjewendiyê Erdoxan kar nekin û xwedî helwest bin û werin qadan xak û nîştimana xwe bi parêzin. Tirkiya dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike lê belê eve xeyale ji ber emê xaka xwe parêzin û em nadin dijmin. Jinên azadîxwaz divê li qadan bin xaka xwe bi parêzin.”

Hemwalatiya bi navê Perî Qeredaxî jî bang li hemû gelê Kurd kir ku xwedî helwestbin û wiha got: “Ez di wê baweriyê deme tevayî Nivîskar, hunermend û Rewşenbîr helwesta xwe nîşan bidin û çalakî berdewam bin heta daku em van dagirkeran ji xaka xwe dûr bixin. Yegirtina gelê Kurd di vê demê de gelek pêwîste, ger em Kurd yekbin tu hêz nikare me tune bikin û emê bikarin bi serkevin.”