“Divê em li kolanan bin”
Jinan ji kolanên Berlînê piştgirî dan têkoşîna jinan a li Îranê, qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kirin.

ELÎF AKGUL
Berlîn - Kurdistanî û dostên Kurdistaniyan ku bi banga Yekitiya Jinên Kurd a Berlînê- Kurdisches Frauenburo fur Frieden e.V. hatin cem hev, li Hermannplatzê li hev civiyan û piştgirî dan berxwedana ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî li Îranê dest pê kir û qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Nivîskar Nagihan Akarsel jî şermezar kirin. Piştgiriya jinên Ewropî, rêxistinên sivîl û hemû beşên civakê ya çalakiyên şoreşgerî yên jinên Îranê didome.
Jinan ji kolanên Berlînê bi dengdayîna bi Kurdî, Farsî û Elmanî berxwedana jinan silav kirin. Jinên ku qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve weke “îfadekirinek tirsa rejîmê ya ji hêza jinan” dinirxînin, ji aliyekî ve jî diyar dikin ku berxwedan û têkoşîn dê xurtir bibe.
“Ger jin jiyan be divê jiyan jî azad be”
Ji Kongreya Avakirina Dêrsimê Mehtap Erol ku ji ajansa me re axivî, bi bîr xist ku “Jin Jiyan Azadî” di heman demê de dirûşma Şoreşa Rojava ye jî û wiha axivî: “Li hemû deverên cîhanê çalakî hene lê tiştek tê jibîrkirin. Jin Jiyan Azadî dirûşma jinên Kurd e, dirûşma Şoreşa Rojava ye. Em weke jinên Kurd bi nîşandana piştgiriyê, ji bo wateya azadiyê li vir in. Em ji bo azadiya jinan li vir in. Em ê li dijî tundiya li ser jinan li her derê cîhanê li ser piyan bin. Ji bo azadî û kesayetiya jinan û jiyana azad em ê têkoşîna xwe bidomînin.” Mehtap Erol diyar kir ku ew ê weke piştevanên hemû jinên bindest ên li Îranê û cîhanê li gel Kurdan bin û wiha got: “Em ê bi dirûşmên xwe bimeşin, em ê bibêjin jin jiyan azadî. Ji ber ku jin jin e, jiyan jiyan e, azadî azadî ye. Ger jin jiyan be divê jiyan jî azad be."
"Erka me ew e ku em bi hev re li kolanan bin”
Jineke Îranî ku nexwest navê xwe bide, ji ajansa me re wiha axivî: “Ev 3 hefte ne gel li kolanan e. Di vê pêvajoyê de mirov hatin gulebarankirin. Qetilkirina mirovan berdewam dike û ji ber vê em li vir in. Li eyaleta Belûçistana Îranê zêdetirî 90 kes hatin qetilkirin ku di nav wan de gelek zarok jî hebûn û cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatin kirin. Malbat nikarin cenazeyan ji dewletê bigrin. Niha erk û armanca me ew e ku em li kolanan bin û heta ku ji destên me tê mirovan vexwînin kolanan û wan li kolanan bigrin.”
"Em newestiyan û em ê newestin jî”
Şermîn Guven jî anî ziman ku hê di ser qetilkirina Jîna Mehsa Emînî re mehek derbas nebûye çalakî didomin, agahiya qetilkirina Nagîhan Akarsel girtine û ji ber vê jî daketine qadan û wiha bi domand: “Em fêr bûn ku hevala me hatiye qetilkirin û ji ber vê em daketin kolanan. Em newestiyan û newestin jî. Em wek jin, mêr û zarok, dema her jin jiyan azadî biqîrin, em ê hem jineolojiyê zindî bikin û hem jî bi daketina kolanan qeyrana patrîark nîşan bidin. Em ê xwedî li hevalên xwe derbikevin. Çendek berê Jîna qetil kirin niha jî hevalek me ya din, em vê yekê şermezar dikin. Em ê bi awayekî xurtir, bi rêxistinkirî derkevin kolanan.”