‘Divê em bi hemleya xweparastinê stûnê kapîtalîzmê hilweşînin’

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê û endama Komîteya Jineolojî ya Wargeha penaberan a Mexmûrê Songul Guler, derbarê pêngava xweparastinê de axivî û diyar kir ku divê jin bi têkoşîna xwe stûna kapîtalîzmê ku jinê dixe hilweşînin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Xweparastin mafekî xwezayî ye û di gerdûnê de her zindî xwedî mafê xweparastinê ye. Parastin, tevgerek avakirina avahî û pirên di navbera mirov, xweza û hebûnî de ye. Wisa ku hemu parçe, hevdu temam dikin. Cureyekî bi tenê yê zindiyan tuneye ku bêparastin be. Mirov jî yek ji cureyê zindiyên xwezayê ye. Di xwezayê de her lawir an jî nebat, hinek bi bêhnê, hinek bi hîs, hinek bi hêz û her wiha mirov jî bi aqilê xwe xwedî pergala parastinê ye.

Dema li ser gel û welatê te dagirkerî, êriş, qetilkirin, heqaret hebe, mafê jiyanê nayê hiştin, wê demê parastin dibe mafekî rewa. Herî zêde jî wek gelê Kurd û di nav gelê Kurd de jî bi taybet jin, pêwîstiya me bi xwe parastinê heye. Ji ber ku êrişên faşîst-qirker li hindir û derve zêde dibin, yek ji mijarên ku herî zêde tê nîqaşkirin maf an jî erka xweparastinê ye. Di roja îro de li ser vê bingehê erka xweparastinê were nîqaşkirin û encamên rast derxînin holê.

Ji ber sîstema desthiladar bi hemû rêbazên kirêt hewil dide civakê dîl bigre û biçewisîne. Herî zêde jî hewl didin vê yekê di kesayeta jin û ciwanan de pêk bînin. Ji bo valederxistina  hemu lîstokên dijmirovahiyê rola pêşeng û sereke, weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di analîzên xwe nirxandiye, rola jin ciwanan e. Gava civak bibe xwedî hêz û îrade tu astengiyan nas nake û ji bo rûmeta xwe têkoşînek bê hempa dimeşîne.

Koordînasyonên Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) û Komalên Jinên Kurdistan (KJK) di 15’ê Nîsanê de daxuyaniyek hevpar ya nivîskî weşandin û ji bo pêşxistina xwe parastinê bang li tevahî jinên cîhanê kirin. PAJK û KJK diyar kir ku xweparastina jinê divê ji netew dewlet, desthilatdarî û pergala mêran qût be û ger xwe bispêre rêxistinbûyîna xwe dikare xwe biparêze.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar û di heman demê de endama Komîteya Jineolojî ya Wargeha penaberan a Mexmûrê Songul Guler, derbarê pêngava xweparastinê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku divê jin bi têkoşîna xwe stûna kapîtalîzmê ku jinê dixe hilweşînin.

‘Di pêvajoyek wiha de li hember hemu êrişan xweparastin hemleya jiyanî ye’

Songul Guler di destpêka axaftina xwe de hemleya xweparastinê ya ku ji aliyê PAJK û KJK’ê ve hatî destpêkirin silav kir û got: “Şerê cîhanê yê sêyemîn, bi hemu germahî û tundiya xwe berdewam dike. Di van kêliyan de jî li welatên cuda şerek giran tê meşandin. Di pêvajoyek wiha de, li beramberî hemu êrişan xweparastin hemleya jiyanî ye. Ji ber ku em ne biyaniyê van şerane. Zîhniyet û çanda şer, êrişkirin, tunekirin, xirakirin û talankirine. Şerê ku têne meşandin jî cûr be cûrin. Ne tenê di aliyê leşkerî de di hemu aliyan de şer tê meşandin. Pergala şaristanî ya ku hatî avakirin di rastiyê de li beramberî jinê hemleya herî mezin bû. Li beramberî çanda jin-dayîk êrişa herî mezinbû. Piştî pergala şaristanî û şûnde, şerê zayendperestî, çand, ziman, ol, derûnî, tundî, aborî, siyasî ango em dikarin bêjin di hemu aliyan de bêjin bênavber berdewam kir. Heta roja îro jî ev şer berdewame. Herî zêde jî ji van şeran jin bandor bune. Wek bê îrade, nasname, bê nav hêlan û keda wê nedîtin. Wek mal, milk û xizmetkarek dinava malê de dîtin ango hinek rol û mîsyon li jinê hat ferzkirin. Ya yekem zewac, ya duwem zarok anîn û ya din jî ji zilam re xizmet kirin bû.”

‘Li ser felsefe û bîrdoziya Rêbertî rêxistinek hat avakirin’

Songul Guler da diyarkirin ku li hemberî zîhniyeta ku jinê kole dike, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jinê bingeh digre û got: “Heta van salên dawî ku em wek pergala kapîtalîzm binav dikin, jin jixwere kirin mal, milk û pere di bazar û kolanan de jinê ji hestê wê bigre heta beden, fikir, raman, rih û mejiyê wê parçe parçe hatin firotin. Ev hemu encamê şer bû. Zarokê ku jinê bi zehmetî di anî cîhanê, mezindikir dibû parçeyek şer û pergalê û pişre jî li beramberî jinê şer dida meşandin. Ji bo vê wek tevgera jin û felsefeya Rêber Apo ku beramberî van pergalên cinawir dabû avakirin ku destpêkê got, pêwîste jin xwe azad bike, ger jin azad be wê jiyan jî azad bibe. Ango li ser vê felsefe û bîrdoziyê wek jinên Kurd rêxistinek hat avakirin.”

‘Divê jin di hemu aliyan de xwe zana û rêxistin bike’

Songul Guler di nava axaftinên xwe de diyar kir ku li hember ewqas êrişên dijwar, xwendina rast a Pergala Netewa Demokratîk ku xweparastina jinê esas digre girînge û wiha got: “Ger ez naxwazim zerer bibînim, pêwîste ez xwe rêxistin bikim. Ger naxwazim rih û bedena min bibe aîdê yekê ku hemu tiştî li ser ferz bike, divê ez xwe zana û rêxistin bikim. Ger ez naxwazim zarokên min beşdarî şerên qirêj bibin û werin qetilkirin divê ez xwe rêxistin bikim. Ger ez naxwazim bajar û welatê min bikeve bin dagirkeriyê de, gelê min biçewise, divê ez xwe rêxistin bikim. Ango pêwîste em xwe rêxistin bikin. Di aliyê mejî, rih, hest û ramanê xwe de xwe rêxistin bikin û derxin asta zanistê.”

‘Divê em stûna kapîtalîzmê ku jinê dixe hilweşînin’

Songul Guler di dawiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku divê jin li beramberî şerê tê meşandin ku gel, xweza û civakan didaqûrtîne xwe rêxistin bikin û got: “Ger pergalek ku bi salane wek kapîtalîzm stûna wê ya herî stûr jin be, divê em wê stûnê hilweşînin. Ji ber ku ev pergala kapîtalîzm li ser pişta jinê hatiye avakirin û dimeşe. Divê em vê baş fam bikim û şîrove bikin. Ger pergal li ser me hatiye avakirin û stûna herî stûr em bin pêwîste em hilweşînin. Ev stûn li me dizivire û me tune dike. Ji bo vê divê em li beramberî vî şerî, hemleya ku ji aliyê PAJK û KJK’ê ve hatiye destpêkirin naveroka wê tije bikin. Li tax, bajar û kolanên xwe em xwe rêxistin bikin û têkoşîn bidin meşandin. Encex bivê em dikarin xwe û civaka xwe azad bikin.