‘Divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin’
Yekemîn Konferansa Jinên Ciwan ên Şengalê ku bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî emê axa xwe biparêzin Rêber APO azad bikin” destpê kir, bi peyaman didome.
Şengal - Di konferansê de peyamên Jinên Ciwan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê ku bi dîmen ji konferansê re şandibûn, hat guhdarkirin. Di peyamên wan de girîngiya konferansa yekemîn a jinên ciwan ên Şengalê hat nirxandin û silavkirin.
‘Ev konferans bersiva 74 fermanan e’
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê Bêrîtan Roj peyam di peyama xwe de wiha got: “Di pêvajoyek wisa ku êrîş ji her milî de li ser jin û pêşengên civakê hene de, lidarxistina konferansek wisa, cîhê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Jinên Ciwan ên Şengalê piştî ewqas fermanan, piştî êşkenceya ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê kişandine, îroj bi yekîtiyek mezin rêxistina xwe ava kirine û kombûnek mezin ava dikin. Jinên Şengalê di milê îdeolojî û rêxistinê de xwe ava kirine û li himberî êrîş û fermanan bûne bersivek herî bihêz. Şerê niha dixwaze di kesayeta jinên ciwan de civakê têk bibe. Ev konferans wê bibe hêza hemû jinên ciwan, divê bibe hêza gav avêtinên ber bi pêş ve û xwe perwerde kirinê, dîrok û çanda xwe parastinê. Em vê konferansê li hemû jinên Kurdistanê û Şengalê pîroz dikin. Bi hêviya ku rojek em hemû jinên Kurdistanê û Şengalê bi hev re kom bibin û pêşeroja xwe nîqaş bikin. Divê em jinên ciwan bibin yek hêz û yek dest. Jinên ciwan wê bi rêxistinbûna xwe ji bo hemû civakê bibin çavkaniya çareserî û azadiyê.”
‘Konferansa yekemîn bibe wesîleya yekîtiya hemû jinan’
Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê peyama xwe ya ji bo konfiransê da û wiha got: “em jinên ciwan ên Mexmûrê, yekemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê silav û pîroz dikin. Li çar aliyê Kurdistanê li himber êrîşên dagirkeriyê berxwedaniyek mezin tê birêvebirin. Di zîndana Îmraliyê de Rêber APO di nava tecrîda mutleq de berxwedaniyê dike. Bi wî rihî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê li himberî şerê heyî berxwedaniyekî pîroz dike. Hêviya me ew e ku konfiransa yekemîn a Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bibe wesîleya yekîtiya hemû jinan û divê jin bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ rêxistinbûna xwe pêk bînin.”
‘Divê em xwedî li keda Rêber Apo derkevin’
Li ser navê Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Avent Têkoşer jî axivî. Avent Têkoşer di destpêka axaftina xwe de sê jinên şoreşger ên Parîsê bi bîr anî û got ku ji bo girtina tola Sara, Fîdan û Leyla divê têkoşîna xwe di asta jor de bilind bikin. Avent Têkoşer di peyama xwe de ev tişt anîn ziman: “Em konferansa ciwanan li Rêber Apo pîroz dikin û di demê ku hatina silavên Rêber Apo de li darxistina konferansê girîng e. Em ê xwedî li keda Rêber Apo derkevin û pêwîst e hemû jin xwedî li vê kedê derkevin. Bi saya keda Rêbertî niha em wekî jin konferanseke bi vî rengî pêk tînin. Hem ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya xwe divê em têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, azadiya me pêk nayê. Pêwîst e em di vê xalê de îqna bin. Divê em sala nû bikin sala azadiya Rêber Apo û hemû jinan. Ji aliyê din ve divê em hêza xweparastina xwe xurt bikin û bi hev re civaka xwe biparêzin. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi yekitiyê heye û pêşengê vêya jî, jin in.”