“Divê êdî hesab ji dagirkeriyê bê xwestin”

Li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê yên li ser xaka Kurdistanê, Meclîsa Malbetên Şehîdan a Herêma Efrîn daxuyanî da. Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk a dagirker bi êrişên xwe piştgiriya DAIŞ’ê dike.

 
Şehba – Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herema Efrînê li ser êrişên dewleta tirk a dagirker ku di seatên şevê de li ser Şengal, Mexmûr, Derîk û Şehbayê bi awayek hemwext hat pêkanîn daxûyanî da. Daxûyanî li ber avahiya meclîsa gûndê Til Qireha yê Şehbayê ji aliyê endama Komîteya Perwerdê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvî Silêman ve hat dayîn. Di daxûyaniyê de bal hat kişandin ku êrişên li ser heremên Kurdistanê tê pêkanîn konseptekî giştî ya li ser gelê Kurd e.
Berdewamiya daxûyaniyê wiha ye: 
“Êrişên dewleta tirk bi serkêşiya Erdoxan li ser herêmên Rêveberiya Xweser ruxmê hebûna hîn hêzên garantor li herêmê jî, dîsa berdewam dike. Bi tayebt piştî serkeftina dîrokî ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li Hesekê bi têkbirina DAIŞ’ê bi dest xist, gelê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dîroka berxwedanê carek din bi lehengiyên xwe nivîsandin û terora DAIŞ’ê têk birin, ev êriş hat pêkanîn. Hêzên Sûriya Demokratîk careke din bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê dan û gelê xwe ji xeteriya terorê û êrişên wan parast, ruxmî ku tu dewlet piştevaniya wan nekirin û li dijî terorê nebûn xwedî helwestek cidî. Êrişên ku li ser herêmên me tên kirin bi erêkirina NATO’yê ye. Em êriş û gefên dagirkeriyê yê li ser herêmên me û binpêkirina destkeftiyên şoreşa Rojava şermezar dikin. Erdoxan bi êrîşên xwe piştgiriya terora DAIŞ dike. Em wek Meclîsa Malbetên Şehîdan a herêma Efrîn bang li tevahî kesên azadîxwaz, civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî dikin ku bi erkên xwe rabin û êdî hesab ji dagirkeriyê bê xwestin.”
“Hêrsa xwe ya binkeftinê bi rêya êrişan nîşan dide”
Endama Meclîsa Malbetên Şehîdan a herêma Efrîn Emel Mihemed jî helwestên xwe li dijî êrişan bi lêv kir û got: “Ji ber şikandina êrişên li ser Hesekê bi taybet têkbirina DAIŞ’ê, ne li gor dilê dewleta tirk bû. Lewra êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrîk pêk tîne. Ji duh êvarê de êrişên xwe didomîne û hêrsa xwe bi rêya êrişan derdixîne holê. Baweriya me bi hêza me heye ku wê careke din Erdoxan têk bibin û êrîşên wî vala derxînin. Divê hesab ji terorê û hevkariyên wê bê xwestin. Îradeya wekheviya gelan li Hesekê bi têk birina DAIŞ’ê derket pêş. Em ê herdem axa xwe ji terorê biparêzin. Em wek malbetên şehîdan li kêleka şervan û zarokên xwe ne ji bo têk birina dagirkeriyê.”
“Wê êrişên wan bi îrade û hebûna gelan vala derbikeve”
Endama Meclîsa Malbetên Şehîdan a herêma Efrîn Serwat Yûsif erişên ku li ser xaka Kurdistanê û bi tayebt Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin şermazarkir û wiha got: “Êrişên dawî yên dijmin li Hesekê pêk hatiye ji aliyê hêzên me ve hatin şikandin û têk çû, ji ber wê jî dewleta tirk a dagirker hewil dide bi hevkariya çeteyên xwe êrişî deverên din bike. Lê em di wê baweriyê de ne ku çawa li Hesekê têk çûn, wê li deverên din jî têk biçin û êrişên wan wê bi îrade û hebûna gelan vala derkeve. Pêkanîna van êrişan carek din lawaztî û binketina Erdogan diyar dike. Li dijî êriş û topbaranan emê li her derê li ser piya bin û helwestên xwe bi çalakiyan radighînin. Em êrişên ser axa Başûr û Rojava bi tundî şermezar dikin.”