‘Divê di nivîsandinê de rê li ber reşkirina jinan were girtin’

Rojnamevana dozên jinan û endama însiyatîfa "Muenes Salim" Hacer Kemal bandora nîvîsandinê li ser civakê anî ser ziman û diyar kir ku nivîskar xwedî roleke mezin in û divê rê li ber reşkirina jinan were girtin.

ESMAA FETHÎ

Qahîre- Nivîsandina rojnamevanî dibe ku piştgiriya dozên jinan dike ji ber balê dikşîne ser tundiya li dijî wan. Her wiha rastiya jinan analîz dike û têgehên girêdayî mafên wan ên hiqûqî belav dike. Hin caran jî berovajî dibe û dibe ev nivîsandin wiha dibin ku jinan biçûk dixe ango kiryarên li dijî wan pêk tên hêsan dike. Rojnamevan û Endama Însiyatîfa "Muenes Salim" Hacer Kemal girîngîya nîvîsandinê li ser dozên jinan ji ajansa me re axivi.

‘Têgeh roleke mezin di şîrovekirina rewşan de dilîzin’

Rojnamevana dozên jinan û Endama Însîyatîfa "Muenes Salim" Hacer Kemal got: “Têgeh roleke mezin di şîrovekirina rewşan de dilîzin. Eger tundî yan jî tecawiz çêbibe dibe ku rastiya heyî bi gelek şêwazan were destgirtin. Ji wan kesên jinê şermezar dikin û ji wan kesên jinê weke mezlûm dibînin yan jî ji kiryarekê divê qanûn muhasebe bike xilas bûye tê dîtin. Kiryara destdirêjiyê gelek kes weke bûyerek biçûk dibînin. Lê belê ev kiryareke divê destwerdan têde bê kirin û kesê sûcdar jî were muhasebekirin ji bo jin û zarokên keç teşwîq bibin gilî bikin û ji van kiryaran re bêdeng nemînin."

‘Nîvîsê nivîskaran nêrînekî li cem xwîner ava dike’

Hacer Kemal  di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku nivîskar roleke mezin û bi bandor  di civakê de dilîzin û fikrên nivîskaran û mijarên hildibjêrin jî di rewşên normal de nêrînekî li cem xwîner ava dike. Hacer Kemal domand: “Sazî û rêxistinên xwecihî hene vê mijarê baş dizanin û hejmarek perwerdeyên girêdayî zimanê hestiyar ji cureya civakî re destpê kirine ji wan jî navenda Tedwîn a lêkolînên cureya civakî ku pirtûka şîretan derbarê vê mijarê de derxist. Her wiha însîyatîfa Muenes Salim jî gelek perwerde ji rojnamevanên jin re der barê ziman û nivîsandina ji cureya civakî re vekirin."

Hacer Kemal diyar kir ku gelek kiryar di bin navê namûsê de derdikevin û bi vê awayê nivîsandina nûçeyan weke ku kiryar rawa be tê pêşkeşkirin.

‘Navlêkirina mijaran bi baldarî di bidestxistina mafan de alîkar e’

Hacer Kemal got ku gelek fîlebazî di bikaranîna zimanê nivsandinê de hene bi taybet eger mijar girêdayî kiryarên qetilkirina jinan bin û wiha berdewam kir: “Ev yek sekneke rastîn jê re pêwîst e ji ber zimanê tê bikaranîn di aliyê rojnamevanî de roleke neyînî li dijî jinan de dilîze. Li şûna piştgiriya jinan were kirin tên tewanbarkirin. Hin nivîs hene kiryaran hêsan dikin ji ber wê zirar yekser li jinan dibe. Gelek kar û xebat pêwîst dike ji bo pêşketin çêbibe."

Hacer Kemal wiha bi dawî kir: “Çareserî ji hundirê nivîskar bi xwe destpê dike. Nerîna wî der barê jinê de çi ye û çiqasî nirx dide wê. Derbaskirina van qenaetan di ber çavan re pirsgirêka heyî çareser dike. Xwendina berdewam û pêşxistina kesayetî yek ji girîngtirîn çareserî li hember zimanê civakî ye. Yek ji awayên danûstandina bi van mijaran re neqebûlkirina gotarên xirab li dijî jinan e ku hîn zêdetir li ser malperên civakî cuda tên dîtin. Li ser wan malperan jin tên reşkirin û li dijî dozên wan tên sekinandin her wiha taybetiya wan tê binpêkirin."