‘Divê di dema 6’emîn parlemento de û kar li ser pirsa jinê were kirin’

Parlementera dema 5’emîn ya parlementoya başûrê Kurdistanê Bedriya Îsmaîl Mihemed der barê hilbijartina parlementoyê de wiha got: “Divê parlementerên jin dema ku biçin parlementoyê ji bo mafê xwe yê rewa tevbigerin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Li cîhanê parlemento damezrayek giring e. Lê belê li başûrê Kurdistanê ji ber sedemên siyasî 5’emîn parlementoya başûrê Kurdistanê du sale tê paşxistin û sê caran hilbijartina dema 6’emîn ya parlementoyê hate diyarkirin û paşxistin.

Piştî paşxistinê, biryare di 20’ê Cotmeha îsal de hilbijartina dema 6’emîn ya parlementoya başûrê Kurdistanê were kirin.

Paşxistina parlementoyê bandorek neyênî li ser civakê kir, qeyran û pirsgirêkên civakê zêde kiriye. Bi biryara guherîna Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê li parlementoya Iraqê, rewşa jin û zarokên herêma Kurdistanê dixwe metirsiyê. Ji ber wê divê parlementer di dema 6’emîn ya parlementoyê de hewildanek zêde ji bo pirsa jin û zarokan bidin û berpirsyartiya xwedîderketina mafê jin û zarokan jî dikeve ser milê parlementerên jin ku niha pêşbaziya komkirina dengên hemwelatiyan dene.

‘Jin di her pêwirekê de erkê xwe bi cih tînin’

Parlementera  dema 5’emîn ya parlementoya başûrê Kurdistanê û parêzvana mafê mirovan Bedriye Îsmail Mehmûd diyarkir ku di karkirina parlementoyê de valatiya zagonî çêbûye û wiha got: “Beşdariya jinan di qada siyasete de giring e. Bi taybet karkirina jinan di parlementoyê de karek giring ê ji bo bi destxistina mafê xwe yê rewa ye. Dema ez parlementer bûm min hîs dikir ku jin avakerek taybet ji bo rêvebirina ew erkê ku girtine. Jin her demê di karê xwe de berpirsyartiya erkê xwe pêktînin. Karê xwe bi awayê herî baş dikin. Beşek zêde ji wan jinan ku di qada siyastê de kar dikin cihê destê wan diyare. Beşek zêde jî mêran zêdetir kar dikin, beşek kêm jî karê xwe di çarçoveya partiyan de encam didin. Dema ku parlementerek erkê parlementiyê digre divê li erkê xwe xwedî derbikeve. Dema peyamekê dide, divê li parlementoyê li gor peyamên xwe kar bikin. Divê di parlementoyê de nûnertiya gel yan jî dengê gel  nîşan bidin. Divê parlementer li gor berjewendiyên gel bin ne li gora berjewendiyên partiyan kar bikin.”

‘Parlementer dengê hemwelatiyan e’

Bedriya Îsmail da zanîn ku di parlementoyê de li partî û gelê xwe îxanet nekirin erkek exlaqiye û wiha got: “Damezrandina parlementoyê cihek giring e ji bo bibe bersîv ji denge gel re. Divê demê dawî ku jêre hatiye diyakirin divê parlementer ji bo gel kar bikin û di çarçoveya parlementoyê bîne ji derve. Di dema 5’emîn de xwepêşandana xwendekar û mamostayan ji bo daxwaza mafê xwe yê rewa, piştî hewlek zêde û pêşkêşkirina daxwazan ji bo parlementoyê me karî beşek ji daxwazan bi cih bikin. Parlementer dengê hemwelatiyan in. Divê erkê karê wan ji bo berjewendiya hemwelatiyan be. Divê karkirina jinan li parlementoyê di asta mêr debe, jinên parlementer di hebûna zagonan de di karê xwe de di asta biryardayînê  de bin. Jin der barê biryarên doza jinan de xwedî hêza temam ya ji bo bicihkirina erkê xwe ye. Der barê wê erkê de û bi taybet di zagonan de, jinên parlementer dikarin di karê de encam bigrin.”

‘Divê jin xwedî hêza biryardanê be’

Bedriye Îsmail îşaret bi wê yekê kir ku biryara guherîna Zagona Rewşa Kesane li parlementoyê pêwîstî bi îmzakirina parlementeran heye û wiha got: “Dema zagonek tê guhertin, mafê biryardana parlementeran li ser zagonê heye. Ne guncawbûna zagonê li gor urf û edetên civakê de pêwîstî bi xirakirinê heye. Zagona hilbijartina parlementoyê pêwîstî bi guherînê heye, ji bo hilbijartin û beşdarîkirina ew namzetên weke dengê gel diçin karê zagonî. Xwe namzetkirina hemwelatiyan mafê temam yê hemwelatiyane ku weke mercek sereke ye. Lê belê beşek ji beşên zagonê ji aliyê hewmeltiyan ve nehatine erê kirin, lê belê hilbijartin ji aliyê dengdêran ve divê li ser bingehê hêzê be. Piştî dema 6’emîn ya parlementoyê dest bi kar kir, divê jin karê xwe di parlementoyê di biryardanê de xwddî sekin bin, divê bi awayek hê baştir karê xwe bikin. Divê jin ji bo guhertina zagonên li dijî jinan di demên parlementoyê de rola xwe bi cih bînin. Guherîna zagonan ji bo jinên zagonnas erkek giring e û divê di çarçoveya  mafê jinan de erkê xwe bi cih bînin.”