“Divê dewletên berpirs bi erkên xwe rabin”

Nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Lîman Şiweyş û Endama Koordînasyona Îştarê Gurbet Îşlek di komxebata “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î” a duh li Silêmanî hat lidarxistin de amadebûn û têkildarî nêrînên ji komxebatê derketin dan zanîn ku hebûna DAIŞ’ê destpêkê ji bo jinan paşê jî ji bo tevahî gelan û cîhanê metirsiyek e mezin e, lewra divê dewletên berpirsiyar bi erkê xwe rabin.

 

BÊRÎTAN ZINAR
Silêmanî – Komxebata “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê” ya duh li bajarê Silêmanî bi pêşengtiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriye û Eniya Piştevaniya Rojava bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, siyasetmerdar, nivîsakar, parêzer û hiqûqnasan li Silêmanî hat lidarxistin. Di komxebatê de hate destnîşankirin ku hebûna çeteyên DAIŞ’ê ji bo gelan tevahî cîhanê û tayîbetî jî jinan metirsiyek mezin e. Ji lewra divê çarenûsa girtiyên DAIŞ’î bê diyarkirin û werin dadgehkirin. Li ser vî bingehî bang li dewletên berpirsiyar hat kirin ku bi erkê xwe rabin.
“Çete û girtiyên DAIŞ’î li ser civakê xeteriyek mezin e”
Di derbarê mijarê û girîngiya komxebatê de Nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Lîman Şiweyş ji ajansa me re axifî. Lîman Şiweyş bal kişand li ser girîngiya dadgehkirina girtiyên DAIŞ’ê û wiha got: “Ev komxebata li Silêmaniyê hat lidarxistin babetekî pir girîng e. Ji ber ku xeteriya DAIŞ’ê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê heye. Bi taybetî ji bo gelê Kurd hebûna DAIŞ’ê xeteriyek pir mezin e. Di vê êrişa dawî ya li ser Hesekê hat pêkanîn de, DAIŞ xwe rêxistinkiribû li girtîgeha Xwêran. QSD bi awayek pir baş vê êrişê xist bin kontrolê. Çawa ku xeteriya DAIŞ’ê ya li ser cîhanê li Kobanê têk çû, bi têkoşîna gelê Kurd re cara dûyemîn QSD’ê tevî alîkariya gelê Hesekê armanc û êrişên DAIŞ’ê têk bir. Ger DAIŞ di vê êrişê de xwe gihandiba armancên xwe, xeteriyek pir mezin bi taybetî li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, Iraq û her cihekê hebû.”
Lîman Şiweyş da zanîn ku bi hebûna girtiyên DAIŞ’î re xeteriyekê pir mezin li ser civakê heye û destnîşan kir ku li hemberî vê yekê pêwistî bi têkoşînek hevpar a bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê heye û wiha berdewam kir: “Bi taybet jî xetere li ser civakê an go komalgayê pir mezinbû. Komalgeh ki ye? Jin û zarok in. Li Şengalê bi hezaran jin û zarok dîlhatin girtin, heya niha jî jinên di destê DAIŞ’ê de li bazaran tên firotin. Li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên mîna Efrîn, Serêkaniyê, Cerablus û Babê yên hatine dagirkirin bi awayek pergalî bi taybet li ser jinan êriş û tecawizê pêk tînin. Gelek êrişên mezin li ser jin û zarokan tê pêkanîn li van heremên dagirkirî. Rastî jî DAIŞ gihiştiba armancên xwe ev xeterî ji bo me hemûyan hebû. Ji bo vê jî pêwîstî hebû ku ev komxebat bê lidarxistin. Rastî jî divê gelê me li Rojava û Başûrê Kurdistanê bizanibin ku metirsiya DAIŞ’ê li ser me çi ye. Armanca me ya vê komxebatê ew e ku em carek din di vê mijara xeteriyê de gel haydar bikin. Em dibêjin pêwist e DAIŞ were dadgehkirin. Çeteyên DAIŞ’ê gelek sûc kirine, li ser Şengalê, Efrînê, Reqa, Tebqa... Li her cihê ku DAIŞ êriş kiriye li wê derê tawanên pir giran li ser jin û zarokan de kiriye. Ji ber vê jî pêwist bû em li vê derê vê komxebatê lidar bixin û carekê din em bikaribin li dijî xeteriya wî têkoşînekê hevbeş li her cihekî, bi taybetî li Başûrê Kurdistan û Iraqê bimeşînin û wan dadgeh bikin.”
Lîman Şiweyş detnîşan kir ku divê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’î derfetek li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin û wiha got: “Divê ev derfeta dadgehkirina wan li Rojavayê Kurdistanê çêbibe û divê dewletên navnetewî û hêzên koalîsyonê bikaribin vê xeteriyê bi dadgehkirinê çareser bikin. Divê êdî biryar li ser tawanên wan bê dayîn. Mijarek din jî jinên DAIŞ’î ne. Li qampa holê nêzî 70 hezar jinên DAIŞ’î û zarokên wan hene. Ji ber wê jî divê çareseriyekê ji bo van bê dîtin. Banga me ji bo hêzên koalîsyonê, rêxistinên mafên mirovan ew e ku ji bo li dijî van kiryarên li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê hatine kirin divê bên dadgeha kirin.”
“Xeteriya DAIŞ’ê herî zêde li ser jinê ye”
Yek ji cihên ku bi tevgera çeteyên DAIŞ’ê re di bin metirsiyê de ye wargeha Mexmûrê ye. Endama Koordînasyona Îştarê Gurbet Îşlek a ji Mexmûrê beşdarî komxebatê bûyî balkişand ser wê yekê ku girtiyên DAIŞ’î li ser mirovahiyê xeteriyek mezin e û wiha pê de çû: “Derbarê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de komxebatek hat lidarxistin. Herî dawiyê bi êrişên ku li ser girtîgeha Xwêranê hat kirin, xwestin mîna salên berê komkujiyek li Rojavayê Kurdistanê pêk bînin. Bi saya qehremantiya ku hat meşandin ev êriş vala hat derxistin. Bi vê êrişa dawiyê jî carekê din xuya bû bi alikariya dewleta Tirk ev êriş hat pêkanîn. Bi vê êrişê re carekê din şênber bû ku li ser mirovahiyê û tevahî cîhanê hêj xeteriya DAIŞ’ê heye. Weke wargeha Mexmûrê jî ji pêvajoya 2014’an heya niha bi qasî êrişên dewleta Tirk a li ser wargehê, metirsiya DAIŞ’ê jî li ser wargehê heye. Li navçeyên derdora wargehê lîv û tevgerên DAIŞ’ê zêdetir dibin. Di komxebatek bi vê awayê de em xeteriya heyî û çareserkirina pirsgirêkê nîqaş dikin. Ev jî xwedî cihekî girîng û watedar e. Divê dewletên ku hemwelatiyên wan ên DAIŞ’î ne, di vê mijarê de bi erkê xwe rabin. Divê ev çete li dadgehên navnetewî bên darazandin.”
Gurbet Îşlek da xuyakirin ku divê girtiyên DAIŞ’ê bên darizandin û wiha got: “Xeteriya DAIŞ’ê herî zêde li ser jinê ye. Ev xeterî bi pêkanînên li ser Şengalê şênber bû. Jin û dayîkên me hatin revandin, zarokên me hatin qetilkirin. Heya niha jî gelek jinên Êzidî di destê van çeteyan de dîl girtî ne û çarenûsa wan nediyar e. Li hemberî vê yekê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê divê weke jin em hêza xwe ya parastinê hêj xûrttir bikin. Pêwist e weke jin em xwe hêj bêhtir birêxistin bikin. Em bang li hêzên navnetewî dikin ku xwedî li hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î derkevin da ku dawî li vê qirêjiya ku bi hevkariya dewleta Tirk tê pêkanîn were bidawîkirin û van çeteyan li gor qanûnan dadgeh bikin.”