‘Divê dewleta Tirk ji ber binpêkirina zagonan were cezakirin’

Parêzer Nesra Xelîl têkildarî tecrîd û rewşa rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê wiha got: "Dewleta tirk li ber çavên cîhanê tevahî zagon û pîvanên hiqûqî binpê dike."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve bi rengekî derzagonî û hiqûqî li Girava Îmralî girtî ye. Rêber Abdullah Ocalan di nava cezayê tecrîdê de bi cezayê dîsîplîn, nedayîna mafê hêviyê û qedexekirina hevdîtinên bi parêzer û malbatê de dijî. Li aliyekî din CPT'î ku diviyabû dem bi dem rewşa li Îmraliyê bişopîne û ragihîne, li gel dewleta tirk hevkariyê dike û xwedî li erka xwe dernakeve.

Têkildarî vê rewşê, ajansa me nêrîn û nirxandinên parêzer û endama Meclisa Edaletê ya herêma Firatê Nesra Xelîl girt.

24 sal in li girtîgeha Îmraliyê maf, zagon û hiqûq tên binpêkirin

Nesra Xelîl a bal kişand komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn û wiha dom kir; “Şêwazê komployê û girtina Rêber Apo li dijî pîvan û zagonên mafên mirovan e divê ku ew dewletên di komployê de cih girtin û di serî de dewleta tirk werin cezakirin. Her wiha girtina wî di Girava Îmraliyê de ewqas sal, şert û mercên ku tê de dijî û nêzikatiyên li hemberî Rêber Apo li gorî zagonên navdewletî binpêkirin e. Li aliyekî din Rêber Apo girtiyekî siyasî ye, ji ber vê rewşa wî ji girtiyên din cudatir e û divê li gorî vê yekê di girtîgehê de bijî. Lê em dibînin Rêber Apo di giravek de bi tenê dijî, parêzer û malbat nikarin wî bibînin, xwendin û nivîsandin li ser qedexe ye."

‘CPT bi erka xwe ranabe’

Nesra Xelîl di domandina axaftina xwe de behsa CPT'î û nêzikatiyên wê yên li hember girtiyan wiha nirxandin: "Ev kiryar û binpêkirinên me bilêv kir li ber çavên tevahî cîhanê, rêxistin û saziyên parastina mafên mirovan û girtiyan pêk tên. Lê me di dirêjahiya van salan de tu helwestên berbiçav û pratîkî nedîtin. Xaleke din ku mirov bîne ziman, heta dadgehkirina Rêber Apo ne li gorî zagonên hiqûqî bû. Di vê çarçoveyê de gelek parêzer û hiqûqnasan, der barê nemafî û rêbazên li dijî mirovahiyê ku Rêber Apo û bi giştî girtî pê re rû bi rû ne rapor pêşkêşî rêxistina pêşîgirtina li hember îşkenceyê (CPT) kirin. CPT'î rapor erê kirin û wê demê derbasî Tirkiyeyê bû heta biryar girtin ku her sê mehan carekê biçin hemû girtîgehên Tirkiyeyê û di nav de Girava Îmraliyê jî hebû. Li gorî plana wan diviyabû rapora der barê rewşa girtiyan de ji raya giştî re bihata pêşkêşkirin."

CPT rapora xwe pêşkeş nekir

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di navbera 20-30 meha Îlonê de serdana Tirkiyeyê kirbû û di nav de girtîgeha Îmraliyê jî hebû. CPT'î daxuyaniyeke da û diyar kir ku serdana Rêber Abdullah Ocalan kiriye lê der barê rewşa wî de tu agahî parve nekir. Nesra Xelîl der barê vê mijarê de jî wiha got: "Komîteya CPT'î ku rêxistineke navdewletî ye di bin kontrola dewleta tirk de derbasî girtîgehan bû, vê yekê jî rola Tirkiyeyê ya di destûrnedayîna pêşkêşkirina raporeke rast de teqez kir. Herî dawî CPT'î di Îlonê de serdana Tirkiyeyê kir û di nav de Îmralî jî hebû. CPT'î dîsa raporeke kurt û tu rastiyê nahewîne pêşkêş kir. Li ser vê bingehê, em weke parêzer û hiqûqnas bang li van rêxistinana dikin ku li gorî pîvan û zagonên xwe tevger bikin û bi erka xwe ya li hember girtiyan rabin. Em ê weke hiqûqnas ji bo şikandina tecrîdê û rizgarkirina Rêber Apo xebatên domdar bikin."

 ‘Li Tirkiyeyê hiqûq li gorî berjewendiyên dewletê tê bikaranîn’

Parêzer Nesra Xelîl a behsa pergala hiqûqî ya dewleta tirk kir, bi gotina “Di pergala Tirkiyeyê de zagon, pîvan, edalet û hiqûq tune ye.” bal kişand binpêkirinên mafên mirovî yên tên pêkanîn û wiha pêl da axaftina xwe; “Demek berê komeleya parêzeran û mafên mirovan xîtabî dadgeha Awropayê kirin ku 4 pîvan ango zagon di pergala dewleta tirk de tune ye. Yek ji wan jî mafê hêviyê ye ku dewleta tirk ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî ji pergala xwe rakirin. Ev daxwaz weke rapor teslîmî dadgeha bilind a Awropayê bû lê mixabin heta niha tu bersiv ango bertek derneketiye holê. Nêzikatiyên dewleta tirk ên li hemberî girtiyan, zagonên herêmî û yên navdewletî jî binpê dike û divê ku ev rewş di zûtirîn demê de were çareserkirin."