‘Divê demildest Makbule Ozer were berdan’

Rêxistina DEM Partî ya Amedê xwestin Makbûle Ozer a 83 salî ku cardin bêyî ku xeber bidin malbat û parêzeran hatiye girtin were berdan.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê derbarê Makbûle Ozer a 83 salî ya li Wanê hatiye girtin de li pêşiya avahiyê xwe daxuyanî da. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên civaka sivîl, Dayîkên Şemiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî êrişên li dijî Çapemeniya Azad, hate dayîn.

‘Siyasetek qirêj tê meşandin’

Beriya daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî wiha got: “Bi sedan sal in ku ji bo kurd nebin xwedî statu, siyasetekî qirêj tê meşandin. Ev siyaseta qirêj îro bi destê AKP’ê tê meşandin. Îro nebe jî hûn ê sibê li pêşberî dîrokê hesabê bidin.”

‘Bêyî agahî bidin malbat û parêzeran birin girtîgehê’ 

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Peker daxuyaniya çapemeniyê xwend bal kişand ku Saziya Tiba Edlî (ATK) berê jî rapora ji bo Makbuel Ozer ya ji sedan 61 astegdare ku nikare di girtîgehê de bimîne amade kir, vê carê rapora ku dikare ‘di girtîgehê de bimîne’ da. Bahar Peker da znaîn ku bêyî ku xeber bidin parêzer û malbata Makbule Ozer dûh danê siharê ji mal girtin û cardin birin girtîgehê û wiha got: “Li girtîgehan bi sedan girtiyênn rewşa wan gelek giran hene.Tirkiye peymanên navneteweyî yên aligirê wan e piştguh dike û mafê tenduristiyê yên girtiyên nexweş binpê dike.” 

Peker di berdewama axaftina xwe de bertek nîşanî êrişên li dijî Çapemeniya Azad da.

‘Divê demildest kedkarên çapemeniyê û Makbule Ozer werin berdan’

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî têkildarî mijarê ev tişt got: “Serdana Serokkomarê Herêma Federe, serdagirtinên li Medya Haber TV, û Stêrk TV’ê, bi awayekî derveyî hiqûqî girtina dayika Makbûle, binçavkirina kedkarên Çapemeniya Azad ên li Stenbol û Enqereyê nîşan dide ku konsepta şer ketiye dewrê. Desthilat ji têkçûna xwe ya hilbijartinan tiştek fêm nekiriye. Em ê dest ji têkoşîna li dijî tecrîdê û polîtîkayên şer bernedin. Bila dayika Makbûle Ozer demildest were berdan. Em dixwazin ku demildest kedkarên çapemeniya azad werin berdan.”