‘Divê civaka navneteweyî ji bo Abdullah Ocalan bikeve nav tevgerê’
Hîndekar Şadiye Ebubekir, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê didomîne û xwest ji bo pêkanîna ‘mafê hêviyê’ zext werin zêdekirin.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Tevî ku ‘mafê hêviyê’ di hiqûqa xwecihî û navneteweyî de heye jî li Tirkiyeyê nayê pêkanîn. Têkildarî ‘mafê hêviyê’ ku weke parçeyek ji pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê tê meşandin tê dîtin, di demên dawî de gelek daxuyanî hatin dayîn, hat xwestin ji bo pêvajo bi awayekî bi tendurist bimeşe, bi taybetî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdê de tê girtin bi awayek fîzîkî azad bibe.
Hîndekar, Şadiye Ebubekir diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê dosyaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye pirsgirêka xwe ya hiqûqa navxweyî û bi vî awayî mudaxelekirina welatên din a pêvajoyê asteng dike. Şadiye Ebubekir da zanîn ku li gorî cezayê hatiye dayîn kes daxilî dosyayê nabin lê belê divê ‘mafê hêviyê’ were bicihanîn.
Şadiye Ebubekir wiha got: “Li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, her girtî piştî ku 25 sal cezayê girtîgehê temam kir, dikare ji vî mafê sûd bigre û were berdan. Dewleta Tirk dema mijar dibe Abdullah Ocalan zagonên navneteweyî pêk nayne û red dike. Ev rewş li dijî hiqûqê ye. Konseya Ewropayê gelek caran Tirkiyeyê hişyar kir, diyar kir ku girtî siyasî be yan nebe divê tu kes zêdeyî 25 salan di girtîgehê de nemîne. Îro hem gelê Kurd hem jî AÎHM, daxwaza dikin ku ‘mafê hêviyê’ ji bo Abdullah Ocalan were bicihanîn.”
‘Ev maf di zagonên navneteweyî de heye’
Şadiye Ebubekir da zanîn ku AÎHM’ê biryar daye ku cezayê girankirî yê muebetê dermirovî ye û wiha got: “Dadageha Mafên Mirovan a Ewropayê, diyar kir ku armanca girtîgehan sînordarkirina mafên mirovan e. Ji ber vê jî biryara ‘mafê hêviyê’ derxist. Her girtiyê/a ku 20 salên xwe tije kiriye divê di pêvajoyek çavdêriyê de tevlî civakê bibe. Ev maf, di zagonên navneteweyî de heye. Parêzerên Abdullah Ocalan di 2003’an de cara destpêkê daxwaza ‘mafê hêviyê’ kirin lê belê ji ber tenê 5 sal bû girtî bû, nehat pejirandin. Di sala 2014’an de Tirkiyeyê bi hinceta siyasî ev daxwaz red kir. Li gorî xala 5’an a madeya 95’an a destûra bingehîn, diyar dike ku di her rewşa zagona navxweyî û zagona navneteweyî di nava nakokiyan de be, zagonên navneteweyî derbasdar in lê belê dewleta Tirk vê bi cih nayne. Dosyaya Ocalan weke pirsgirêka hiqûqa hudirîn hatiye destgirtin.”
‘Ocalan bi nivîsên xwe têdikoşe’
Şadiye Ebubekir, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tenê bi awayekî fîzîkî di girtîgeh de ye, fikrên wî belavî hemû cîhanê bûne û wiha domand: “Ocalan bi nivîsên xwe têkoşînê dide meşandin, li Rojhilata Navîn pergalek wekhev û aştiyane pêşniyar dike. Felsefeya wî di perwerdekirina nifşên nû de roleke mezin dilîze. Ji ber vê yekê dewleta Tirk û hêzên dagirker ji azadiya fîzîkî ya Ocalan ditirsin. ‘Mafê hêviyê’ û pêvajoya aştiyê ji bo gelê Kurd destkeftiyek mezin e.”
Şadiye Ebubekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê ji bo bicihanîna ‘mafê hêviyê’ parêzer, parêzvanên mafên mirovan zextê li Tirkiyeyê bikin. Civaka navneteweyî bikeva nava tevgerê. Heta zexta aborî, siyasî û dîplomasî li Tirkiriyê neyê kirin, ne ‘mafê hêviyê’ tê nasîn, ne jî pêvajoya aştiyê bi pêş dikeve. Ji ber vê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan piştevaniya navneteweyî şert e.”