DISK-AR: Rêjeya bêkariya jinan ji sedî 29,5 e

Rapora DISK-AR'ê ya Îstîhdam û Bêkariyê hat weşandin. Di raporê de ji nav hemû cureyên bêkariyê bêkariya jinan weke kategoriya herî bilind hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li gor daneyên ku ji hêla DISK-AR’ê ve hatiye tomarkirin û weşandin ji derveyî bandora demsalê hejmara bêkariyê di Nîsana 2022’an de gihişt 8 milyon û 107 hezar kesan. Li gor pêvajoya beriya şewbe hejmara bêkaran ya bi pênaseya berfireh 1 milyon û 595 hezar zêde bû.

Li gor daneyên TUIK'ê, bêkariya ku di Nîsana 2019'an de ji sedî 13,8 bû, di Nîsana 2022'an de daket ji sedî 11,3. Lê belê, pênaseya berfireh a bêkariyê ji sedî 19,1 derket ji sedî 21,7’an.

Di rapora Istîhdam û Bêkariyê ya ji aliyê DISK-AR'ê ve hat weşandin de, wiha hat gotin: “Di sala dawî de hejmara bêkarên qeydkirî ya IŞKUR’ê ji sedî 23 zêde bû, hejmara bêkaran a TUIK’ê ji sedî 14 kêm bû. Pêkhatina du daneyên ewqas cuda, li dijî herikîna asayî ya jiyanê ye. Di daneyên bêkariyê yên salane ya TUIK’ê de ev meyla IŞKUR’ê cih nagre. Daneyên bêkariya salane ya TUIK’ê, bi sedema qedexekirina ji kar avêtinê ya pêvajoya şewbê re nayê berhev kirin. Di raporê de bêkariya jinan di nava hemû cureyên bêkariyê de weke kategoriya herî bilind hat dîtin.

Kurtedaneyên ji raporê wiha cih girtin:

*Di navbera daneyên TUIK û IŞKUR’ê de milyonrk û 288 hezar ferq heye!

*Hejmara bêkaran ya pênaseya berfireh 8 milyon û 107 hezar e!

*Bêkariya jinan ji sedî 29,5 e!

*Di nav cureyên bêkariyê de pênaseya berfireh a bêkariya jinan bû kategoriya herî bilind! 

*Ferqa di navbera bêkarîya pênaseya berfireh û teng 10,4 puan e!