Dirûşma têkoşîna jinan: Jin, Jiyan, Azadî

Aktivîsta TJA’yê Hatîce Şen diyar kir li dijî polîtîkayên êrîş û qetilkirinê, jin bi hev re bi berxwedanê bersiv didin û got ku şîara vê berxwedanê jin jiyan azadî ye.

Amed – Bi serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî li bajarên Îranê çêbûn, bi hefteyan e gel li kolanan kiryarên rejîmê şermezar dike û dirûşma jin jiyan azadî di serî de li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê deng veda. Têkildarî polîtîkayên qetliamên li dijî jinan, aktivîsta TJA’yê Hatîce Şen got ku li dijî zext û qetliaman jinan ji her demê zêdetir, têkoşîna xwe mezin kirine.

'Jin ji dîrokê ve heta roja îro pêşengî ji berxwedanê kirine'

Hatîce Şahîn diyar kir ku di hemû şeran de destpêkê jin hedef hatine girtin û bal kişand ku her çiqas îro navek lê nehatibe kirin jî şerê cîhanê yê sêyemîn heye û di vê şerê de êrîşên qirkirinê li ser jinan pêk tên. Hatîce Şen da zanîn ku jinan di dîrokê de pêşengî ji berxwedanan re kirine, ji ber vê jî ji aliyê netewdewletan ve hedef hatine girtin û wiha got: “Dema em li Kurdistanê dinêrin dibînin ku yên li dijî zîhniyet û êrîşên mêr li ber xwe dane û nepejirandine jin in. Gelek mînakên vê yekê hene. Yek ji wan Rindîxan e li dijî teslîmiyetê xwe ji pira Mala Badê ve avêt. Besê, Zarîfe û Bêrîtan hene. Ev çanda berxwedanê her dem domiya. Jin Kurd ên ku bi felsefeya berxwedanê, ji bo ronahiyê ên ku di Newrozê de agir bera bedena xwe dan hene. Em vê çanda berxwedanê di dîroka Kurdistanê gelek caran dibînin ango mînakên vê zêde ne. Niha em dikarin bi vê berxwedanê polîtîkyaên dewletan vala derbixin. Qetilkirina Sakîne Fîdan û Leyla li Parîsê, di demên şerên bajaran de qetilkirina Sêvê, Pakîze û Fatmayê her wiha Asya Yuksel a li Cizîrê bû sembol, Ferîde û Berjîn hemûyan vê çanda berxwedanê domandin. Em vê hêzê di jiyan û berxwedana van jinan de dikarin bibînin.”  

‘Têkoşîna jinan li hemû cîhanê belav bûye’

Hatîce Şahîn ragihand ku têkoşîna jinan a ji Rojhilata Navîn bi jinên Kurd dest pê kiriye û li hemû cîhanê belav bûye heye û got ku dewlet ji jinên ku zanista jineolojiyê esas digrin ditirsin û ji ber wê bi êrîş û qetilkirinê bersiv didin û wiha domand: “Li Îranê qetilkirina Jîna Emînî, li Îzmîrê Denîz Poyraz bi awayek hovane hatin qetilkirin û herî dawî jî Nagîhan Akarsel bi êrîşa çekdarî hat qetilkirin. Dema em li van kesan dinêrin, fêm dikin ku çima jin tên hedefgirtin. Dewletên şerxwaz, jinan û bi taybetî jî têkoşîna jinan a heyî li pêşiya xwe asteng dibînin.”

‘Dirûşma jin jiyan azadî bû felsefeya berxwedanê’

Hatîce Şen bal kişand ku jinên Kurd bi salan e dirûşma jin jiyan azadî diqîrin lê îro hemû jinên cîhanê vê dirûşmê diqîrin û got: “Têkoşîna jinên Kurd a li Kurdistanê, îro di şexsê Jîna Emînî de li hemû cîhanê belav bûye. Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn û Îranê bû hêvî. Ev dirûşma ku destpêkê li Bakur bilind bû, li hemû cîhanê belav bû. Ji salên 1990’î heta niha, di pîrozbahiyên 8’ê Adarê, Newroz û daxuyaniyan de kesên ku dirûşma jin jiyan azadî diqîriyan doz li wan dihatin vekirin. Tenê ji ber van gotinan jin hatin darizandin û ceza girtin lê îro bi pêşengiya jinên Kurd û derketina jineolojiyê re; ev dirûşm li hemû cîhanê veguherî felsefeyek.”

‘Jin dê bi ruhê 25’ê Mijdarê li qadan bin’

Hatîce Şahîn got ku jin di bi ruhê têkoşînê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin her wiha dê roja 8’ê Adarê jî daxwazên xwe bînin ziman û anî ziman ku di konferansa xwe ya li Êlihê de ruhê têkoşînê dîtine û wiha axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di konferansa dawî ya TJA’yê de ji hemû cîhanê jin beşdar bûn. Ên ku dikaribûn beşdar bûn ên nikaribûn werin jî bi vîdyo yan jî peyamên nivîskî beşdar bûn. Jinên ji welatên cîhanê beşdar bûbûn dirûşma wan a destpêkê “jin jiyan azadî” bû. Wê ruhê berxwedêr xwe di konferansê de jî nîşan da. Axaftinên di konferansê de encama ku jê derket dê bi pêşengiya têkoşîna jinan xwe nîşan bide. Ruhê ku bi dirûşma jin jiyan azadî derketiye holê dê bibe wesîleya gelek guherînan. Ên pêşengî ji vê guherînê re bikin jî dê jin bin. Em dizanin ku dê jin bi vî ruhî di 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de qadan tijî bikin. Bi felsefeya jin jiyan azadî dê jin dengê xwe ji qadan bilind bikin. Li dijî polîtîkayên qetilkirin, tecawiz û êrîşan, jin dê têkoşîna xwe mezintir bikin û zêdetir xwedî li xwe û mîrasên têkoşînê derbikevin.”