Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ya li ser dîwarê jinê hat reşkirin

Li Zaningeha ODTU’yê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî “ya li ser diwarê jinê hat reşkirin. Xwendekarên ku dirûşm ji nû ve nivîsandin, destnîşan kirin ku wê ew dirûşme bibe yek jî wan dirûşmeyên giring ên tekoşîna jinê.

Navenda Nûçeyan- Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku li ser dîwarê jinan ji bo bîranîna jinên li ODTU hatin qetilkirin nivîsandî hat reşkirin. Xwendekaran dirûşm ji nû ve nivîsandin û gotin: "Ev dirûşma parastina jin, jiyan û azadiyê çiqasî hewl tê dayîn bê veşartin jî wê bibe yek ji dirûşmeyên girîng ên bilindkirina têkoşîna jinan a li tevahiya cîhanê."

Di daxuyaniya xwendekaran de hat wiha gotin: "Şeva borî li ser vî dîwarî ji aliyê gelek kesan ve dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hate xêzkirin, em daxwaza aştiyê ya jinan bilind dikin û têkoşîna jinan a navneteweyî dimeşînin. Ji dema ku em hatin ber vî dîwarî heta niha  jinek din hat qetilkirin, îro jî Rojîn hat qetilkirin." Ev dirûşma ku jin, jiyan û azadiyê diparêze, her çendî hewl tê dayîn bê veşartin jî wê bibe yek ji dirûşmeyên girîng ên bilindkirina têkoşîna jinan a li hemû cîhanê."