Dîktator çawa tên û çima diçin: Rola jinan a di ruxandina dîktatoriyê de - ANALÎZ

Berxwedana jinan didome û ev berxwedan li herêmên mîna Kobanê, diçirise. Piştevaniya jinan a ku sînoran derbas kiriye, teşe dide şoreşa jinan û mifteya ruxandina dîktatoriyan a bêdawî ye.

ŞEBNEM RAHIMZADE

Bokan – Muammer Kaddafî yê ku rêberê dîktator ê Lîbyayê ye, berî ku ji aliyê xelkê bi hêrs ve bê kuştin, dikaribû xwe ji desthilatiyê vekişîne. Husnu Mubarek, dikaribû neçarî destkişandina ji rêveberiyê bibe, terka Misrê bide. Saddam Huseyîn, çawa ku zilma yekem a li Kurdan kiriye dît, hê ku dikaribû serî li wicdana xwe ya bi tevahî kor nebûye, bide. Hîtler jî dikaribû ji bo aştiyê gavek bavêje. Heta Beşar Esad ê demek beriya niha hat xistin, dikaribû dev ji rêya bavê xwe berde. Recep Tayyîp Erdogan û Alî Hamaney jî her tim dikaribûn dadê çêtir bibînin. Derfetek wan a wiha hebû. Lê metodên wan heta niha xwîn, zext û zordarî û dîktatoriyê anîn.

Dîktator mayînde ne gelo? Êşên ku xelk dikşînin, nabînin? Gelo ew ê sedema zilm û komkujiyên bi destên dîktatoriyan hatine kirin, çi be? Cihê jinan ê di têkoşîna xistina dîktatoran de çi ye? Di vê  raporê de, taybetiyên kesayetiya dîktatoran, sedemên ketina wan û rista bingehîn a ku jinan di vê pêvajoyê de lîstine, hatine lêkolînkirin.

Pêkhatin û taybetiyên hevpar ên dîktatoran

Dîktator ew kes e ku xwedî hêzeke teqez û bê sînor e. Maf û azadiyên kesên din bi piranî li ber çav nagire, yasa û fermanan li gor xwe pêk tîne. Dîktator di nav demê de, di bin bandora derdorê û travmayên lê rast hatine de dimînin û dibin dîktator. Ew jî parçeyek civakê û gel in. Destpêkê, bi sozên başkirinê dibin desthilatdar. Dibêjin li hember dijminan parêzvanê herî baş ez im û destpêkê pir populer in. Lê bi demê re, ji gel dûr dikevin û ji êşên ku gel dikşîne re xerîb dibin. Di nav taybetiyên ferdî yên dîktatoran de narzîsm, nêrîna serveyî, ezezîtî, tevgerên qalib girtî, bêpariya ji nêzikatiyek sist, gumanbarî, berxwedana li hember guhertinê û rikdarî hene. Hinek ji van taybetiyan, têkildarî hêzê ne û bi bikaranîna tundiyê re zêde dibin.

Gava em li qalibên tevgerên dîktatorên wek Erdoğan, Hamaney, Esad, Saddam, Hitler û Pehlevî dinhêrin, em aliyên wan ên dişibin hev, dibînin. Wan hestên xwe yên mirovane çewisandine, xwe mîna rizgarkerê netewek an jî bîrdoziyek dîtine û ji rastiyên civakê dûr ketine. Mirovkujiyên xwe bi awayê exlaqî, mirovane û olî rewa dikin û muxalefetek herî biçûk jî diçewsînin. Rexne û reforman naxwazin. Dîktatorên di dîrokê de, tu car dev ji tundiyê û ezeziyê bernedane.

Çerxa hêzê û îzolasyon: Rêya ketina dîktatoran

Dîktator destpêkê bersiv didin pêdiviyên alîgirên xwe. Lê piştî demeke ji xelkê dûr dikevin û di tevgerên qalib girtî de asê dibin. Li gor nêrîna wan dûrketina ji hêzê, nîşaneya tunebûnê ye. Tirsa veqetina ji hêzê, tevgerên qalib girtî zêdetir dikin. Derdora van kesan, ji melaqeyan û ji yên ku hêzê dixwazin pêk tê. Ev dîktatorên biçûk, bi berjewendîheziyên xwe û bi otorîteriya xwe, têkiliya dîktator a bi rastiyên civakê re, qut dikin. Dîktator, tenê dixwazin tiştên ku li xweşa wan diçe bibhîzin. Ev jî dibe sedema zêdebûna xwe xapandin û dûrketina wan a ji rastiyan.

Ji bavsalariyê ber bi azadiyê ve: Jin, pêşengên ketina dîktatoran

Di dîrokê de her tim ketina dîktatoran bê têkoşîna jinan pêk nehatiye. Lê zilma li hember jinan, piştî ruxandina dîktatoran jî berdewam kiriye. Şoreş û azadiyek rastîn, ancax dema jin azad bin dikare pêk bê. Ew “sîstema bavsalar” a li binê hişê civakê tê ferzkirin, bingeha dîktatoriyan e. Jinan ev bi salan e ku li hember vê avabûna bavsalar têkoşîn kirine û serhildana li hember bêdadiyê berfireh kirine. Li Rojava beriya ku rejima Esad têk here, jinhatine şarezakirin û guhertina civakî ya ku pêk hatiye, vê rastiyê aşkera nîşan daye.

Ketina dîktatoran û berxwedana jinan

Ketina dîktatoran, bêyî têkoşîna jinan a di demê de, pêk nehatiye. Lê bi ketina dîktatoriyan re zexta li ser jinan jî bidawî nebûye. Civakên ku feraseta dîktatoriyê erê dikin hê jî hene. Her çiqas dîktatorek bikeve jî, heta ku avabûn û feraseta jê çêbûye veneguhere, dibe ku dîktatorek din derkeve holê.

Mînak li Sûriyê piştî ku rejîma Esad hilweşiya, jin hatin berdan. Lê di tora civakî de hê jî dîmenên jinên ku hatine serjêkirin, girtin an jî destdirêjî li wan hatiye kirin, digerin. Azadiya servekirinê hat aşkerakirin, lê dîsa jî sergirtinê li jinan ferz kirin. Ev rewş nîşan dide ku zilm û zext bi awayên cuda didomin. Azadî û têkoşîna jinan, di ruxandina dîktatoriyê de roleke krîtîk dilîzin. Azadiya rastîn a civakê, ancax ew ê bi azadbûna jinê û guhertina nêrîna civakê ya li nasnama jinê pêk bê. Heta ku jin azad nebin, şoreşek rastîn nikare pêk bê û azadî peyda bibe.

Xilasiya ji bavsalariyê: Rola şoreşger a jinan

Yek ji hêmanên girîng ên ku hebûna dîktatoriyan didomînin jî, sîstema bavsalarî ye. Sîstema Bavsalarî, avabûnek di binê hişê civakê de hatiye sazkirin e. Di vê sîstemê de ferd xwe wek zarokên negihîştî dibînin û dîktator wek “fîgurê bav” erê dikin. Ji bo ku xwe ji hêrsa dîktator biparêzin, li gor daxwazên wî tevdigerin û vê yekê wek şerteke peydakirina ewlehiya xwe dibînin. Lê pêwîst e ku ev pîroziya hêza bavsalarî bê şikandin.

Di dîrokê de jinan li hember vê sîstema bavsalar tim têkoşîn meşandine, li hember bêdadiyê serî rakirine û vê berxwedanê berfireh kirine. Ruxandina sîstema bavsalar, guhertina civakî jî bi xwe re tîne. Ev rastî, di karûbarên şanazkirina jinên Kurd ên beriya ruxandina rejîma Esad a li Rojava de, aşkera hatine dîtin.

Bandorên civakî yên têkoşîna jinan

Raperîna şoreşger a li Îranê bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî” destpê kir, bandora têkoşîna jinan a li ser civakê û bi taybetî jî li ser zarokan, zêdetir xuyalî kir.

Mamosteya ji Bokanê ya bi navê Mina K., bi tecrubeya xwe ya 25 saleyî, di vê mijarê de wiha dibêje: “Di nifşên berê de, sîstema bavsalar a li ser serîtewandinê hatiye avakirin esas dihat girtin. Lê di vê nifşê de gava ku jin ji bo mafên xwe têdikoşin û di nav malbatê de zêdetir azadiyan bidest dixin, an jî li hember serîgirtina neçarî liberxwe didin, zarok jî vê yekê dibînin û li hember zilmê liberxwe didin. Zarokên jinek ku ji bo mafên xwe têdikoşe û li hember zextan serî natewîne, li gor zarokên yên din wêrektir û berxwedêrtir dibe.”

Mifta azadiya civakî: Azadiya jinan

Ev hemû rastî nîşan didin ku azadiya civakê girêdayî azadiya jinan e. Jin rastî zextên giran bên jî, li qada têkoşînê ne. Di dîktatoriyên wek Îranê de, rejîmên ku ji hêza jinê ditirsin, li hember jinan biryarên darvekirinê û zextan pêk tînin. Lê berxwedana jinan didome û ev berxwedan li herêmên mîna Kobanê, diçirise. Piştevaniya jinan a ku sînoran derbas kiriye, teşe dide şoreşa jinan û mifteya ruxandina dîktatoriyan a bêdawî ye.