‘Dibe ku li Xezayê zêdeyî 186 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabe’

Di mekaleya ku kovara The Lancet de de hat diyarkirin ku hejmara kesên di êrişên Îsrailê yên rasterast û bi zanabûn li ser Zîvala Xezayê pêk tîne de jiyana xwe ji dest dane dibe ku zêdeyî 186 hezaran be.

Navenda Nûçeyan – Di Kovara The Lancet a li Îngiltere weşanê dike de, bi îmzaya Rasha Khatib, Martîn McKee û Salim Yusuf mekalaya bi sernavê ‘Li Xezayê serjimêra mirinê: Zehmet e lê pêwîst e’ hate weşandin. 

Di makaleya ku tiştên li Xezayê hatî jiyîn analîz dike de hate diyarkirin ku hejmara kesên ji 19’ê hezîranê ve jiyana xwe ji dest dane 37 hezar û 396 kes in. Bal lê hat kişandin ku li herêmê ji ber hilweşînê Wezareta Tendirûstiya Filistin li Xeza di komkirina daneyan de zehmetiyan dikşîne. Di mekaleyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ku nasnameyên wan hatine diyarkirin cûda hatine eşkere kirin. Di mekaleyê de bal lê tê kişandin ku nasnameya ji sedî 30’ê hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane nehatine eşkere kirin. Di mekaleyê de hate destnîşan kirin ku di heman demê li gora hinek çavkaniyan derketiye holê ku navê hinek kesên ku nasnameyên wan were diyarkirin di lîsteyên wezaretê de cih nagrin. 

Di bin kavilan de cenaze hene

Di mekaleyê de hate bi bîrxistin ku li Xezayê ji sedan 35’ê avahiyan hilweşiyane û hejmara cenazeyên di bin kavil de mane zêdeyî 10 hezarî ne. Di mekaleyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku ne tenê dijwariya şer, wê pirsgirêkên tendirûstiyê ku bi salan berdewam bike bi xwe re bîne.

Di makaleyê de hate îfadekirin ku ji ber ji derketina xizmetê ya saziyên tendirûstiyê, kêmaniya av, xwarin, bicihbûnê, nedîtina qadên bi ewle ya jiyanê hişyariya ku dibe hejmara miriyan zêde bibe hate kirin û hat gotin ku rêjeya mirinên rasterast ji mirinên nerasterast  3 û 15 qat din zêdetir e. Di makalayê de wiha hate gotin: “Li hemberî 37 hezar û 369 mirinên hatin eşkere kirin zêdeyî çar mirinên bi zanabûn pênasekirin wê ne bê mantiq be. Ger nifusa 2022 ya Xezayê ya texmînî weke ku 2 milyon û 376 hezar û 259  were destgirtin, hejmara miriyên ku tê texmînkirin li gora nifusa tam ji sedan 7,9’e.”

Pêwîstî bi agirbestê heye

Di mekaleyê de cih hat dayîn ku ger nexweşiyên şewbê û tirsa ku zêde bûye were hesabkirin hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane tê texmînkirin ku 85 hezar û 750 be. Hate bibîrxistin ku li Xezayê demildest pêwîstî bi agirbestê heye. Îşaret bi giringiya alîkariya tibî, xwarin, av û pêwistiyên bingehîn hate kirin.

Filistînî direvin bakûr

Li aliyê din li gor nûçeyên ku ji herêmê tên, bi hezaran Filistînî, ji ber êrişên dijwar ber bi bakûr ve direvin. Balefirên şer ên Îsrail tevahiya şevê navenda bajarê Xezayê, rojhilat, rojava û herêmên navîng bi bombeyên giran kir hedef.  Hate diyarkirin ku li herêmê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Ji ber bombardûmanan, ambulans û tîmên tendirûstiyê nikarin bikevin herêmê, di nav agahiyan de piraniya birîndaran ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dane heye. 

Wezareta Tendirûstiyê ya Xezayê di daxuyaniya dawî dayî de diyarkir ku di êrişên Îsrailê yê ji 7’ê cotmehê heta niha li ser Zîvala Xezayê pêk tîne de herî kêm 15 hezar û 694 zarok û 10 hezar û 279 jin di nav de 38 hezar û 153 Filistînî hatine qetilkirin, 87 hezar û 828 Filistînî birîndar bûne.