Di xwepêşandanên li Îranê de 29 kes hatin kuştin
Li gorî rapora HRANA’yê, di 10 rojên xwepêşandanên gel ên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 29 xwepêşaderan jiyana xwe ji dest dan û hejmara binçavkiriyan hezar û 203 kesan derbas kir.
Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpê kirine, di roja 10’an de didomin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Herana (HRANA), îro 6’ê Çileyê rapora dawî ya bîlançoya xwepêşandanên 10 rojan ku belavî seranserî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûne eşkere kir.
‘29 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan’
Li gorî raporê, li welat herî kêm 257 xwepêşandan hatine lidarxistin û belavî 27 eyalet û 88 bajaran bûne. Di encama van çalakiyan de herî kêm 1203 kes hatin binçavkirin. Di heman demê de di nav de du erkdarên ewlehiyê 29 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dane, 64 xwepêşander birîndar bûn.
Di raporê de hat diyarkirin ku di nava 24 saetan de di nav de bajarên Îlam, Arak, Hemedan, Amol, Lahîcan, Melîkşah, Semnan, Şelmîzar, Becnurd, Babûk, Kuşk, Yasuc, Barand, Tahran, Asgarabad, Bender Kenave, Mervdeşt, Necefabad, Abade, Îslamabad-ı Garp, Sine, Farsan, Şandiz û Bircend di nav de li gelek bajaran xwepêşadanên nû hatin qeydkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku pêla xwepêşandanan, belavî herêmên cuda yên welat, bajarên biçûk û qadên bicihbûnê bûye.