Di werza zivistanê de Geliyê Kersê

Di destpêka Geliyê Kersê de baxçeyê bi navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye çêkirin. Xweşikbûna vê baxçeyê ji bo her kesê dibe cihê meraq û seyrangehê. Bi taybetî di demsala havînê de her roj bi sedan kes berê xwe didin baxçe.

ZEHRA ŞENGALÎ

Şengal-Geliyê Kersê di sînga çiyayê Şengalê de ye ji dîrokê ve heta roja îro yek ji warê herî kevnar ê xweparastinê ye ji bo civaka me ya Êzidî. Geliyê Kersê deriyeke ji bo ketina çiyayê Şengalê, hinaseyeke ji bo bêhnvedanê. Erê ev gelî ne tenê bûye warê xem, elem û êşên civaka Êzidî, ne tenê bûye bargirê fermanên pêk hatine. Mirov dema ku dikeve wê geliyê û ber bi jorê ve hildikişe, şopên dîroka kevnar, şopên jiyana borî, dengê rûbaran, av û çeman, dengê lingên meşa bi sedan mirovên ku diqîrin dibihîse. Dengê hemû kesên li ser vê xaka qedîm di hundirê xwe de dihewîne ev geliyê bi heybet.

Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê ferman anîn ser civaka Êzidî, bi hezaran mirovan gundên xwe berdan û di Geliyê Kersê re berê xwe dan çiyayê Şengalê. Di wê demê de Geliyê Kersê, ji bo her mirovek xwe ji fermanê rizgar kiribû dibe stargeha xwe parastinê.

Sorbûna rojê bi şînbûna asîman û keskahiya bexçe re dibe yek

Di roja îro de jî Geliyê Kersê ji bo ciwan, jin û her ferdeke civaka Êzidî bûye cihekî kombûna civakî û bêhngirtinê. Di destpêka Geliyê Kersê de baxçeyê bi navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye çêkirin. Xweşikbûna vê baxçeyê ji bo her kesê dibe cihê meraq û seyrangehê. Bi taybetî di demsala havînê de her roj bi sedan kes berê xwe didin baxçe û dema xwe li wir bi hev re derbas dikin. Hemû şahiyên gel di vê baxçeyê de çêdibin. Di her werza salê de baxçe xweşikbûna xwe bi awayekî cuda pêşkêşî mirovan dike. Dema ku sorbûna rojê, şînbûna esîman bi keskahiya vê baxçeyê re dibe yek mirov her dem dixwaze lê temaşe bike û bibe şahidê wan kêliyên giranbiha. Ev dîmenên ku hatine kişandin di rojeke meha Kanûnê de ango di werzê sivistanê de hatine kişandin. Gava ew kêlî bi dîmenan werin ziman êdî ya dibe para me, em wê zimanî bixwînin û xwe ji kêliyên wan dîmenên xweşik bê par nehêlin.