Di webînara Xezayê de balkişandin ser belgeyên qirkirina jinan

Navenda Karûbarên Jinan li Xezayê, webînarek navneteweyî ku balê dikişîne ser binpêkirinên di dema şer de, pêşniyarên ku balê dikşînin ser belgekirin, hesabdayîna navneteweyî û dabînkirina piştgirî û parastina ji jin û keçan re hatin kirin.

Xeza – Beşdarên webînarê banga belgekirina binpêkirinên li dijî jinan a li Xezayê kirin da ku di mekanîzmayên edaletê yên navneteweyî de û ji bo parastina zarokan û nifşên pêşerojê, bi rêya dayîna mafên wan ên bingehîn û bicîhanîna hewcedariyên wan ên bingehîn werin bikaranîn.

Ji bo nîşankirina dawiya 16 Rojên Çalakiyê li Dijî Tundiya Li Ser Bingeha Zayendî û Roja Mafên Mirovan a Navneteweyî, Navenda Karûbarên Jinan li Şerîda Xezayê webînarek navneteweyî bi navê "Li XezayêJin û Şerê Qirkirinê " lidar xist. Çalakvanên jin û mafên mirovan ji Xezayê û Şerîda Rojava beşdarî webînarê bûn. Beşdarên ji rêxistinên jinan û mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî beşdarî webînarê bûn. Vê bûyerê binpêkirinên ku jinan di dema Şerê Xezayê de kişandine, di nav de siyaseta qirkirina hilberînê ya ku ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatiye bicîhkirin û bandora wê ya li ser jinan, ronî kir.

Pêşangeheke wêneyên dîjîtal jî hat lidarxistin

Di webînarê de vîdeoyên kurt ên ku ezmûnên kesane yên dilşewat belge dikin, wek çîroka girtiyekî serbestberdayî ku rastî îstîsmarê hatiye, doza jinekê ku di dema şer de zarok anî dinyayê û bandora şer li ser tenduristiya jineke bi penceşêrê, hatin pêşkêşkirin. Her wiha pêşangeheke wêneyên dîjîtal jî hat lidarxistin ku jiyan û ezmûnên jinan ên di dema şer de nîşan da, bandora şer a li ser jiyana wan a rojane û rolên wan ên cûrbecûr belge kir û şiyan û berxwedana wan di rûbirûbûna bi şert û mercên dijwar re, destnîşan kir. Di vê çarçoveyê de Rêvebera Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Hiqûqî û Parastina Jinan li Xezayê Zeyneb El-Gunaîmî, diyar kir ku jinan di dema şer de şahidiya binpêkirinên mafên mirovan ên cidî kirine. Wê destnîşan kir ku hejmareke girîng ji jinan di dema şer de ji ber şert û mercên ku ji hêla şer ve hatine ferzkirin û stresa psîkolojîk a giştî ya ku di nav malbatan de çêkiriye, ji hev veqetiyane.

Pirsgirêkên berhevkirî yên ku jin li Xezayê dikşînin

Zeyneb El Gunaîmî got ku “Ev alozî bûye sedema zêdebûna rêjeyên jinberdanê, hetta jinûmêrên ku di dema şer de zewicîne, zewacên wan temenkurt bûne û bi jinberdanê bi dawî bûne. Ev hemû pirsgirêkên berhevkirî ne ku jin dikşînin û çareseriyên rastîn hewce dikin.” Zeyneb destnîşan kir ku jin di heman demê de barên din jî dikşînin, gelek ji wan bi zarokên xwe ve girêdayî ne û di dema şer de, li zarokan tundiyek giran hat kirin, gelek zarok hatin kuştin, yên din birîndar bûn û seqet man.

‘Jin bedêla şer bi pirsgirêkên din ên civakî û mirovî ve girê didin’

Zeyneb balkişand ser barê giran ê li ser milê jinan û wiha got: “Ev yek ji bo dayîkên ku niha bi zarokên xwe yên ji dibistan û perwerdeyê dûr mane û yên ku di gihîştina xizmetên tenduristiyê de ku dikarin birîndaran derman bikin an lênêrîna guncan peyda bikin kêmbûnek tund dijîn, barekî zêde diafirîne. Ev êşa jinan du qat dike û giraniya binpêkirinên li dijî wan têne kirin, zêde dike. Ji ber ku jin bedêla şer bi pirsgirêkên din ên civakî û mirovî ve girê didin.”

Pirsgirêka girtiyên jin ên Filistînî

Derbarê pirsgirêka girtiyên jin ên Filistînî de, endama Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Jinan a Giştî û Koordînatora Koalîsyona 1325 a li Şerîaya Rojava Rîma Nazzal, axivî. Rîma li ser binpêkirinên ku girtiyên jin ên Filistînî dikşînin sekinî û wiha got: “Min girtina 462 jinan ji Şerîda Xezayê heta Îlonê belge kiriye. Her wiha zêdebûnek girîng di girtinên li Şerîaya Rojava de heye. Niha 53 jinên girtî li Zindana Damon hene, 52 ji wan ji Şerîaya Rojava ne û tenê yek ji Xezayê ye. Divê were zanîn ku ji ber siyaseta veşartina bi zorê ya agahiyan, nemaze di derbarê girtiyên jin ên ji Xezayê de, bidestxistina van hejmaran pir dijwar e. Li gorî raporên mafên mirovan ên hatine weşandin, jinên girtî rastî gelek binpêkirinan tên. Di nav de lêdanên giran ên di dema girtin û veguhestinê de; di wesayîtên veguhastina zindanê yên metalî de tazîbûna bi zorê û lêgerînên şermîner. Her wiha ew ji pedên paqijiyê û materyalên paqijiyê bêpar in. Birîndar rastî sersariya sîstematîk a bijîşkî tên. Jinên ducanî û jinên nexweş, di nav de yên ku ji nexweşiyên giran dikşînin. Her wiha bi tevahî tên tecrîdkirin, ji têkiliya bi cîhana derve bêpar in û wergirtina serdanên parêzeran qedexe ye.”

Komkujiyên ku jinên ducanî dikin hedefa xwe

Rêvebera Navenda Karûbarên Jinan li Xezayê Amal Sîam, li ser qirkirina zayendî ya di dema şerê Xezayê de wiha got: “Di Roja Mafên Mirovan a Navneteweyî de, divê em tekez bikin ku hemû mafên bingehîn ên jinên Filistînî li Şerîda Xezayê tên binpêkirin. Ew ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar dimînin. Di dehsalên dorpêçkirin an şer de, hêzên Îsraîlî polîtîkayên qirkirinê, koçberkirina bi darê zorê, hilweşandina malan bi naveroka wan, birçîbûn û tîbûnê û hilweşandina tevahî ya pergala tenduristiyê bicîh anîne.”

‘Ji 7’ê Cotmehê ve 33 hezar jin hatine kuştin, di nav de 9 hezar dayîk hene’

Amal Sîam da zanîn ku îro, li ser qirkirina zayendî û siyaseta kêmkirina rêjeya zayînê ya ku ji hêla hêzên Îsraîlî ve li dijî Filistîniyan li Şerîda Xezayê tê meşandin diaxivin û wiha pê de çû: “Di dema şer de, van hêzan rêzek tedbîr û pratîk girtin ku rê li ber zayendîbûnê girtin û beşdarî kêmkirina hejmara Filistîniyan hem niha û hem jî di pêşerojê de bûn. Ev yek xwe di kuştina jin û dayîkan de nîşan da; ji 7’ê Cotmehê vir ve, 33 hezar jin û keç hatine kuştin, di nav de 9 hezar dayîk hene. Jinên ducanî jî hatin hedefgirtin, zarok hatin kuştin, û pergala tenduristiyê bi tevahî hate hilweşandin.”

‘Li Xezayê rojane bi qasî 180 zayîn çêdibin’

Amal Sîam di dawiya nirxandinên xwe de ragihand ku hêzên Îsraîlê Navenda IVF ya El-Basma ku mezintirîn klînîka berhemdariyê li Şerîda Xezayê ye bombebaran kiriye, bi hezaran dermanxaneyên IVF wêran kirine û hêviyên gelek malbatan ku hêviya wan a xwedîkirina zarokan bi vê klînîkê ve girêdayî bû, şikandine. Amal Sîam da zanîn ku bi vî awayî, jiyanên ku li benda şansek jiyanê bûn. hatine jibîrkirin û wiha got: “Ev yek ji eşkeretirîn xuyangên siyaseta qirkirina berhemdariyê ye. Hejmara jinên ducanî li Şerîda Xezayê di navbera 53 hezar û 55 hezar de ye. Ev tê vê wateyê ku rojane bi qasî 180 zayîn çêdibin. Hêzên Îsraîlê van jinan hedef girtine. Ev bûye sedema mirina gelek jinên ducanî û rêjeyek bêhempa ya kurtajê ku gihîştiye ji sedî 300’an.