Di teqîna Ehdasê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan
Di encama teqîna li navçeya Ehdas a Şehbayê de Fîdan Sebrî Çawiş ya 40 salî û Heyneb Hedar Elo ya 33 salî jiyana xwe ji dest dan û 8 welatî jî birîndarbûn.
Şehba - Di navbera seatên 10 û 11’ê rojê de li navçeya Ehdas a Şehbayê teqînek çêbû. Di encama teqînê de du jinên bi navê Fîdan Sebrî Çawiş ya 40 salî û Heyneb Hedar Elo ya 33 salî jiyana xwe ji dest dan û 8 welatî jî birîndarbûn.
Semîre Mihemed Hemzê ya li cihê teqîn tê de pêk hatiye teqez kir ku ji nuşkeve wan dengek bihîst lê sedema wê yekê çibû nizanî û wiha dom kir: “Ji nişkuve me dengê teqînê bihîst lê em sedema vê yekê nizanî çiye. Piştî ku teqîn pêk hatiye em deketin derve û me dît xaniyek li erdê ye. Komîn ji bo pirsgirêk û belavbîna pêdiviyên milet hatiye avakirin, heya komîn jî tê hedefgirtin. Dema teqînê hevserok û endamên komênê nan li ser gel belavdikirin. Birastî ev bûyera bûyerek gelek bi êş bû.”
Hevseroka Meclîsa kantona Efrînê Zelûx Bekir jî di derbarê teqînê de got: “Di komîna navçeya Ehdasê de 11 welatî birîndar bûn û rewşa wan nediyare. Bûyera pêk hatî li dijî mirovahiyê ye. Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin. Ev komîna ku hatiye hedefgirtin ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê ye û gel pirsgirêkên xwe di komînê de çareser dikin. Em ji malbatên birîndaran re sersaxiyê û şîfaya acil dixwazin. Lêkolîn heya vê kêliyê di derbarê teqîna hatiye pêk anîn berdewam e.”