Di şerê Pakistan û Afganistanê de jinek û 2 zarok hatin kuştin

Di şer û pevçûnên li ser sînorê di navbera hêzên Pakistanê û Talîbanê de jinek û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Di navbera hêzên Pakistan û Talîbanê de gelek caran şer derket û her du aliyan gule li hev reşandin û di encamê de gelek welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, jiyana xwe ji dest dan.

Di roja 12’ê Tebaxê de, di encama şer û pevçûnên di navbera Pakistan û Talîbanê de li ser sînorê Torham, jinek û du zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di dema ku her du alî nêzî deriyê sînorî yê Torkham ê li parêzgeha Nangarhar a Afganistanê bûn, gule li hev reşandin û her yek aliyê din tometbar dike û pevçûnan provoke dike. Nakokî li ser avakirina xeta sînorî ya li nêzî Durandê ya 2,400 km. ku ji aliyê Brîtanyayê ve di sala 1897’an de hat kişandin de derket û Kabul vê xetê red dike. Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Afganî li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal X ev parvekirin kir: “Hêzên Pakistanî malên sivîlan kirin armanc û jinek û du zarok qetil kirin. Tevî çend caran hişyarî û nerazîbûnên aliyê Pakistanê, karbidestên Afganî karên avahîsaziyê nesekinandin û ev jî bû sedema zêdebûna aloziyan.”

Di demeke ku Îslamabadê diyar kir komên çekdar bi berdewamî êrîşî wan dikin de, tevgera Talîbanê hebûna milîtanên Pakistanî red dike û bi tundî li dijî avakirina dorpêçeke li ser xeta Durandê ye.

Aloziyên di navbera sînorên herdu welatan de ji 15’ê Tebaxa 2021’ê ve dema Talîban rêveberiya Efganistanê xist destên xwe ve her diçe xiratir dibe.