‘Di şerê cîhanê yê sêyemîn de wê jin pêşeroja xwe xêz bikin’

Hevseroka Desteya Xwecihî ya kantona Firatê Felek Yusif têkildarî geşedanên li cîhanê got ku di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jin xwedî zemîn û eniyeke hevbeş a têkoşînê ne lewre ew ê di nexşeriya nû de pêşeroj û çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi lezeke mezin didome, belav dibe û niha di asta cîhanê û Rojhilata Navîn de aloziyên di her warî de tên jiyîn. Ev şerê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê şerê bîrdoziyan pênase dike, em dibînin ku hêzên serdest ên dixwazin di nexşeriya nû ya cîhanê de xwedî serwerî bin jinan, zarokan û gelan dikin hedef.

Bi taybetî di van geşedanên dawî yên ku tên jiyîn de, weke şerê Îsraîl, Hemas û Hîzbullah, Rûsya-Ukraynayê, şerên navxweyî û hwd. em dibînin ên herî zêde yên bi bandor dibin û ziyanên mezin dijîn jin û zarok in. Ev rastiya hêzên hegemon ku beriya niha di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de hatin teqezkirin, hewldan heye ku careke din were dubarekirin.

Di vî warî de hevseroka Desteya Xwecihî ya kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Felek Yusif, pêvajoya heyî û rewşa jinan nirxand.

‘Şerê cîhanê yê sêyemîn bi komploya 9’ê Cotmehê ket pratîkê’

Felek Yusif di destpêka nirxandinên xwe de piştperdeya şerê chanê yê sêyemîn wiha bilêv kir: “Sala 2024’an ji bo me giştî gelên cîhanê alozî, şer, pevçûn û geşedanên ku pêk tên ji her demê dijwartir, em van bûyerên her diçin kûr dibin weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin. Ger em bibêjin ev şer di roj û şevekê de, ango di salekê de dest pê kir em ê gelek şaş bin. Ji ber hêzên hegemon ev zêdetirî sedsalek e  amadekariyên vî şerî dikin. Bi taybetî jî hêzên ku di hevpeyamana Lozanê de li hev kirin ku ev demeke dirêj e ev hevpyeman hatiye bidawîkirin, nexşeriyeke nû ji bo pêşeroja cîhanê û bi taybet jî Rojhilata Navîn xêz kirin ku ev jî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e. Ji bo ku ev hêz projeya xwe pêk bînin, astegiyeke mezin li pêşiya xwe dîtin ku ew jî Rêber Apo û bîrdoziya behsa wê dike bû. Lewre Rêber Apor jî dinirxîne ku bi komploya di Cotmeha 1998’an de dest pê kir, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî dest pê kiriye.”

‘Şer li ser hesabê pêşeroj û çarenûsa gelan ber bi dawî ve diçe’

Felek Yusif da zanîn ku bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan astengiya pêkanîna projeya Rojhilata Navîn a Mezin e û got: “Ev komplo di kesayeta Rêber Apo de li ser pêşeroj û çarenûsa hemû gel û civakan bi pêş ket. Bîrdoziya Rêber Apo bi qasî ku li dijî pergala netew-dewletê ye, pergaleke alternatîf jî pêşkêş dike. Rêber Apo dijberiya hişmendiya yek ziman, al û netew dike ku di encama vê pergalê de bi sedan netew û pêkhateyên resen hatine qirkirin û pişaftin. Wî di vî warî de ev rastî hemû lêkolîn û analîz kirin, ji bo vê jî bîrdoziya ku nîşan da têkçûna bîrdoziya pergala netew-dewletê ye. Lewre bi destpêkirina komployê re ku di encamê de 25 sal in Rêber Apo girtî ye, gavên pratîk ên projeya hêzên hegemon dest pê kirin û niha jî ber bi qonaxên xwe yên dawî ve diçe. Jixwe ev bûyer û senaryonên ku pêk tên, serokatî hemû dinirxîne û weke tesbît aniye ziman.”

‘Pergala neteweya demokratîk yek ji alternatîfên ku dibe sedema tirsa hêzên hegemon e’

Felek Yusif di domandina axaftina xwe de bal kişand ser pergala neteweya demokratîk ku yek ji berhemên bîrdoziya Abdullah Ocalan e û got: “Yek ji projeyên alternatîf ên Rêber Apo ku em niha li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin pergala neteweya demokratîk e. Ji bo çareseriyên herî bingehîn di warê pratîk û naverokê de 10 sal pêk tê. Ev proje modeleke wiha ye ku hemû netew, pêkhate, bawerî, ziman û çandan digre nava xwe lewre jî bi rengekî xwezayî demokrasî, azadî, wekheviya zayendan û hwd. derdikeve pêş. Neteweya demokratîk dibe alternatîfa jiyana bi hezaran salan a îxanet lê hatiye kirin ku hişmendiya zilam a zayendperest û serdest civakê û jinan perçiqandiye û ji cehwerê wan derxistiye.”

Felek Yusif wiha behsa naveroka pergala neteweya demokratîk dike: “Şerên niha diqewimin ku em şahidiya wan dikin, di bingehê de li hemberî gelan in û ev hêzên niha li ser desthilatdariyê, dixwezin bi riya van şeran jî temenê xwe dirêj bikin. Ji bo me jî ev rewş ne derbasdar e, me xeta sêyemîn ku xwe dispêre bîroziya Rêber Apo hilbijart û gel kir navenda vê modelê. Projeya ku gel bi bi rûmet, nasname û maf, li ser axa xwe bijî yek ji modelên herî serkeftî ye di nava aloziyên niha li Rojhilata Navîn pêk tên. Hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ligel hev pêşeroja xwe diyar dikin, li şûna hişmendiya netew-dewlet, netewa demokratîk hilbijartine ku di pêkanîna wê de, serkeftina wê tê xuyakirin.”

‘Jin xwedî wê zemînê ne dikarin pêşeroja xwe diyar bikin’

Felek Yusif di nirxandinên xwe de got ku rewşa jinan a di vê sedsalê de wê rê nede ku qirkirina jinan pêk were û wiha domand: “Di şer û pevçûnên rû didin de xweza, lawir û mirov jî ziyanê dibînin lê yên ku herî zêde û di her warî de bi bandor dibin jin in. Jin rû bi rûyê hemû rêbazên tundiyê tên heta ku em weke qirkirin bi nav bikin jî wê di cih de be. Lê di vî şerî de cudahî heye ku rewşa jinan a di vê sedsalê de ne weke sedsalên berê ye. Ji her demê zêdetir jin xwedî têgihîştin, vîn, rêxistin û bîrdozî ne, ev ji bo me dibe hêza têkoşîna li dijî bûyerên ku rû didin. Fikir û ramanên Rêber Apo ji jinan re zemîneke wisa ava kir ku em bikaribin di nava nexşeriya nû de, pêşeroja xwe diyar bikin. Jinên Kurd û yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn ji hemû jinên cîhanê re bûn çavkanî, dikaribûn rabin ser piyan û li dijî pergala ku jinan qir dike, dengê xwe bilind bikin.”

‘Bi têkoşîna jinan a hevbeş em ê sedsalê bi azdiya jinan tacîdar bikin’

Hevseroka Desteya Xwecihî ya kantona Firatê Felek Yusif şîroveyên xwe wiha bi dawî kir: “Ezmûn û destkeftiyên ku YPJ’ê di şerên li dijî terora DAIŞ’ê de qezenc kirin, ji bo hemû jinan ronahiyek e wisa bû ku heta em dikarin weke vejîneke nû jî bi nav bikin. Fermandar û şervanên YPJ’ê dan diyarkirin ku jin dikarin parastina xwe bikin û heta rola pêşeng jî bilîzin. Her wiha jinên ku di qadên din de xebatan didin meşandin ew jî di asta sembolîk de tên destgirtin. Ev destkeftî û xalên me behsa wan kir, teqez dikin ku sedsala 21’emîn wê di zikir û çalakiyê de bibe ya azadiya jinan. Ev têgihîştin bi hemû jinan re heye ku em dibînin êdî jin qebûl nakin ziyan bigihîje jineke din. Xwepêşandanên li Hindistanê jî yek ji nîşaneyên vê yekê ye ku em dibînin eniyeke jinan a hevbeş a têkoşîna ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê hatiye avakirin. Ji bo ku em bikaribin vê sedsalê bi azadiya jinan û gelan tacîdar bikin û careke din sedsalên bi qirkirin û tunekirinê dubare nebin divê di asta yekê de em li derdora Rêber Apo bibin xelek ku ew ji bo me roj û pêşeroj e û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.”

a