‘Di sedsala 21’ê de rojnamegerên jin dîroka jin dinivsînin’

Rojnamegerên Jin Roja Rojnamegeriya Kurdî di salvegera wê ya 126’emîn de pîroz kirin û gotin ku pêwîst e pênûs û kamereya rojnamegeran zêdetir bikeve xizmeta weşangeriya bîrdoziya azadiya jinan.

SORGUL ŞÊXO

Amûdê - Di 22’ê Nîsana 1898’an de yekem rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan li paytexta Misir, Qahîreyê hat çapkirin, di ser bûyera dîrokî re 126 sal derbas dibe. Der barê vê rojê de rojnamegerên jin pêşkêşvana RONAHÎ TV Bêrîtan Xalid û edîtora beşa Erebî ya JIN TV Xedîcê Mîrza axivîn.

Rêwîtiya 126 salan a çapemeniya Kurd di nava qonaxên cuda de derbas bû

Bêrîtan Xalid got ku rêwîtiya 126 salan a rojnamegeriya Kurdî rêwîtiya ku di nava êrîş û zexta li dijî gelê Kurd de dest pê kir û heta roja îro didome dibe rêwîtiya ber bi dîrok û nasnameya xwe ve û wiha pêl da gotinên xwe: "Çapkirina rojnameya Kurdistanê di bin fişaran de riya avakirina bi sedan dezgehên çapemeniya azad û çapemeniya jinan bi vebûna tv, rojname û ajansan vekir. Rojnamegerên ku dest bi xebatê kirin ev pirsîn; pêwîstiya çapemeniyê çi ye û divê di wê wextê de çi bikin. Li Kurdistanê pêwîst e ev were pirsîn di nava 126 salan de rojnamegerên jin û mêr çi kirin, ji bo doz û yekitiya jinan û gelê Kurd têrker in an na. Çapemeniya azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re bûye neynik. Rojnamegerên jin rastiya jinan, civak û gelê wê di çi pêvajoyan re derbas dibe, bi cîhanê didin eşkerekirin. Çapemeniya azad bi gelê xwe re di gelek qonaxên êrîş, sirgûn û koçberiyê re bûn yek û li cihê ku lê bû xwe da naskirin, rojnamegerî jî ev e xwe nas bike û gelê xwe bide nasîn."

'Li ku derê pêwîstî hebûya bi kamerayên xwe amade bûn'

Bêrîtan Xalid êrîşên li dijî rojnamegeriya Kurdî û rojnamegerên wê wiha bi bîr xist û got: "Hêzên kampîtalîst û dagirker ji ber ku rojnamegeriya Kurd ne li gorî hêvî û berjewendiyên wan bû û nediket xizmeta desthilatdariya wan, her dem bi êrîşan re rûbirû dihişt. Di oxira vê rastiyê de gelek rojnamegerên jin jiyana xwe ji dest dan ji Arîn Cûdî heta Dilîşan Îbîs û gelek kesên din. Te li ku bixwesta rojnamegerên jin amade bûn û li kîjan deverê pêwîst bûya jinên rojnameger lê bin li wir bûn. Bi kameraya xwe bûyeran, bi çav û nêrîna jinan belge dikirin û wisa radighandin. Ji lewre êrîşên li ser rojnamegerên jin ji vir tê ku weşangeriya van rojnamegeran nediket xizmeta dagirkeran berovajî wê doz û rastiya jinan û gelê xwe radixist ber çavan ji lewre her dem dibûn hedef."

'Erka herî pîroz domandina rêwîtî û mîrateya Gurbetellî Ersoz e'

Bêrîtan Xalid girîngiya ku divê rojnamegerên jin bûyerên jinan weke bûyerên xwe bijîn û bi wî hest û lêpirsînê raporên xwe amade bike wiha anî ziman: "Divê ku destpêkê rojnameger bûyerên qetilkirin, destdirêjî û tundiya li dijî jinan dibe, weke ku bûyereke hatibe serê wan û jiyabin bibînin, da ku bigihîjin bersiva pirsa ku çima ev jin hatiye qetilkirin û sedemên wê çi ne. Eger bûyerên wiha bi rastiya wan werin belgekirin wê xwedîderketineke xurt li doza jinan çêbibe û wiha wê dozên jinan ber bi riyên çareseriyê ve ronî bibin. Girîng e ku em bibin deng, reng û zimanê jinan û daxwaz û hêviyên wan. Ji lewre divê em bibin şopdarên rêwîtiya rojnamegera mezin Gurbetellî Ersoz a ku ji bo me dibe mamosteya mezin û mîrateya wê bidomînin."

'Bi kamera û pênûsa xwe dikaribû xizmeta destkeftî û şoreşa jinan bike'

Xedîcê Mîrza got ku yên bûn sedem rojanmegeriya Kurd heta roja îro were keda mamosteya mezin Gurbetellî Ersoz û Nûjiyan Erhan e û wiha domand: "Pênûsa jinan ketiye xizmeta eşkerekirina rastî, destkeftî û serkeftinên jinan û gelê wê. Me dikaribû deng û qêrîna jinan a bi salan hatibû birîn careke din bidin bihîstin û ev di Şoreşa Jinan de çêbû. Divê ku em her dem vê pirsê ji xwe bikin em çiqas bûn deng, reng û rûyê têkoşîna jinan? Em çiqas dikaribûn şoreşa xwe bi cîhanê bidin naskirin û bihîstin? Di nava şerên herî giran de rojnamegerên jin bi kamerayên xwe amade bûn û wiha bi şervanan re gav diavêtin, şervanan bi çek û rojnamegeran jî bi kameraya xwe, têkoşîna hev temam dikirin."

'Divê em bikaribin têgînên şaş ên di nava civakê de rast bikin' 

Xedîcê Mîrza bal kişand ser axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje "Sedsala 21’ê sedsala jinan e û sedsala ku tê de dîroka rizgariya jinan were nivîsandin e" û wiha rola rojnamegeran di nivîsandina vê dîrokê de bi lêv kir:

"Jinên rojnameger heta astekê dikaribûn dîroka azadiya jinan di sedsala 21’ê de binivîsînin. Bi taybetî di vê pêvajoyê de tişta ku tê xwestin ew e em hîn bêtir di warê nivîsandina destkeftiyên jinan de rola xwe bilîzin, em fersenda heyî baş binirxînin. Divê ku em bibin bersiva pirsên di mêjiyê kesên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêdibin. Weke ku çawa em dikarin ji pirsgirêkên jinan re bibin cihê çareseriyê, em dikarin gavên mezintir jî bavêjin û têkoşîna jinan li hemberî hişmendiya mêrperest bighîjînin lûtkeyê. Divê em bikaribin têgînên şaş ên di nava civakê de rast bikin û bi aqil û mêjiyê jinan weşangeriyeke ku xizmeta bîrdoziya azadiya jinan dike, bikin. Barê rojnamegerên jin gelek giran e."