Di sê mehên sala 2024’an de 425 karker jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên ÎSÎG’ê, di sê mehên destpêkê yên sala 2024’an de herî kêm 425 karkeran di dema kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji karkeran 4 jê zarok 13 jê jin bûn.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) “Rapora Cînayetên Kar a Sê Mehên Ewil ên Sala 2024’an” eşkere kir. Li gorî raporê di meha Çileyê de 161, di sibatê de 149 û di adarê de 115 û bi giştî herî kêm 425 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hat destnîşankirin ku herî zêde li Stenbolê cînayetên kar çêbûne. Li gorî vê yekê; li Stenbolê 70, li Îzmîrê 33, li Konyayê 20, li Rihayê 18, li Bursayê 18 û li Dîlokê jî 18 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 13 jin, 16 jê zarok û 9 jî penaber in. Di heman demê de hat gotin ku ji karkeran 105 jê ji sektora înşaet û rê, 58 jê ji sektora veguhestinê, 39 jê ji sektora daristan û çandiniyê, 31 jê ji sektora metalê û 27 jê ji sektora hewînê ne.

Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 4 jê zarok, 12 jê karkerên zarok/ciwan 13 jê jî jin bûn.