Di roja karkeran de daxwaza jinên koçber vegera warên xwe ye

Jinên koçber ên Serêkaniyê Roja Karkerên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kirin û xwestin ku bi awayekî bê xeter vegerin bajar û gundên xwe yên dagirkirî. Jinan diyar kirin ku divê dagirkeriya Tirk ji axa wan derkeve.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ye. Jinên koçber ên Serêkaniyê ya dagirkirî ku li navçeya Til Temira Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, Roja Karkerên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kirin û daxwaza vegera warê xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku divê dagirkeriya Tirk ji axa wan derkeve.

'Jinan bi gelek pêvajo û bûyeran re têkoşîna hebûnê meşand'

Sena Hemûd a ji Serêkaniyê cejna karkerên cîhanê li tevahî jinên kedkar û koçber pîroz kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ruxmî koçberiyê jî em ranewestiyan. Me her dem meş û têkoşîna xwe didomand. Jin dikaribûn li hemberî pêvajoyên herî zehmet jî têbikoşin û bi ser bikevin. Bêguman ev jî bi saya Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di qadên şer de jî jinan bi tilîliyan dikaribûn serkeftina li dijî dagirkeran misoger bikin. Li hemberî dorpêç û krîza aborî ya li ser herêmê ku bandorê destpêkê li jinan dike, jin bêdeng neman."

Sena Hemûd bi boneya 1’ê Gulanê daxwaza xwe weke jineke koçber anî ziman û wiha got: "Em 1’ê Gulanê li jinên kedkarên di nav zevî, kargehan de ne û li jinên ku ji bo avakirina civakeke azad û zana di qadên şer de ne pîroz dikin. Yek ji mafê me ye ku em wê daxwaz bikin ew jî bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji herêmên me Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî ye. Em jin nikarin bi hebûna dewleta Tirk li ser axa xwe azad û aram bijîn, ji bo wê jî em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan û jinan dikin ku dawî li dagirkeriya Tirk bînin, jinên di girtîgehên dagirkeriyê de rizgar bikin. Di heman demê de ji bo ku em jin bikaribin bi awayekî bê xeter bijîn, em hêvîdar in 1’ê Gulanê bibe dawiya dagirkeriyê."

'Karkerên sereke yên li welat jin in'

Nadiya Misto ya ji gundê Erîşa yê Serêkaniyê ya dagirkirî jî roja karkerên cîhanê li jinên kedkar ku barê perwerdekirina civakê girtine ser milên xwe pîroz kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Jin karkerên mezin ên vî welatî ne, şer, nakokî û krîzên ku rûdidin bandorê li derûniya wan dikin, bi taybetî di koçberkirina ji ser axê de. Terikandina mal, zevî, dar û ber û hemû alavên çandiniyê û bîranînên xwe bandoreke neyînî li jiyana wan dike. Bi taybetî ew jinên ku zarokên wan ango hevjînên wan jiyana xwe ji dest dabin."

'Daxuyaniyên NY ji bo jinên li herêmên dagirkirî têr nake'

Nadiya Misto bal kişand ser raport û daxuyaniyên ji hêla NY û Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê der barê jinên ku li herêmên dagirkirî rastî binpêkirinan tên de wiha got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên koçber û vegera wan a bi ewle ji bo herêmên wan ên dagirkirî, daxuyanî tenê têrê nakin. Ji ber ku tu guherîn û tiştek pêk nayê. Ji bo wê em daxwaz dikin ku bi jinan re alîkar bin, dagirkeriya Tirk ji axa me derxin, da ku hawirdoreke bi ewle bo jinan were avakirin. Bi vê boneyê ez bang li hemû jinan dikim ku di xwestin û girtina mafên xwe de bi îsrar bin, da ku em bikaribin di hawirdoreke bi aram de li bajarên xwe careke din dest pê bikin û dûrî dagirkeriyê bijîn."