Di Roja Jinên Cîhanê de ji bo guhertina zagonên girêdayî jinan bang hatin kirin
Komele û rêxistinên Tûnisê di pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, banga sererastkirina benda 19'emîn a qanûna jimara 58'an a di sala 2017'an de têkildarî rakirina tundiya li dijî jinan
Tûnis- Komele û rêxistinên li Tûnisê di 8'ê Adarê de bi daxuyaniyek hevbeş daxwaz kirin ku beşa 19'emîn a qanûna jimara 58'an were guhertin û berçavgirtin ji bo ku guhertin di cezayê der barê tundiya aborî de li dijî jinan ceza hişktir bike. Her wiha ji bo çareserkirina diyardeya astengkirina jinan ji mafê wan ê bidestxistina mîratê.
Komele û rêxistinên ku daxuyanî îmze kirine diyar kirin ku pîrozkirina Roja Jinên Cîhanê ji bo daxwaza parastin û pêşvebirina mafên jinan di hemû waran de di nav de mafê bidestxistina mîrata munasib.
Texmînên lêkolînên çandiniyê yên sala 2017'an diyar dikin ku jin ji sedî 8 ji dazgehên çandiniyê temsîl dikin û jinên cotkar ji sedî 5 xwediyên zeviyên çandiniyê ne. Ev rêje bi mijara mîrasê ve girêdayî ye, tevî rola sereke ku jin di warê aborî de dilîzin jî rêjeya jinên ku bi xizanî, birçîbûn û xirabûna rewşa aborî re rû bi rûne, gihîştiye ji sedî 60.