Di roja 7’emîn a êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan!

Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê berdewam dike, koçberiya sivîlan didome. Piştî civîna yekem ku bê encam ma, tê payîn ku îro careke din Rûsya û Ukrayna li ser maseya gotûbêjê rûnin. Li aliyê din li Tirkiyeya ku li hemberî dagirkeriyê helwesteke zelal nagire dê îro li Desteya Giştî ya Meclisê civîneke girtî bê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan - Dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di roja 7’an de berdewam dike. Hê jî dengên sîren û bombeyan ji bajarên Ukraynayê tên. Bi sedhezaran kes ku piraniya wan jin û zarok in, li ser riyên koçberiyê xwe dispêrin welatên din. Ev pêla koçberiyê wekî qeyrana herî mezin a penaberiya di sedsala dawî de tê binavkirin.
Rûsya û Ukrayna li Belarûsê li ser maseya gotûbêjê rûniştin lê di hevdîtina yekem de tu encam nehatibû destxistin. Tê payîn ku îro şandeyên her du welatan cara duyem li ser maseyê rûnin. Her çiqas hevdîtin hatin kirin jî Rûsyayê hêza êrîşên xwe sist nekir. Roja sêşemê Rûsyayê bajarê Harkovê bombebaran kiribû. Piştî vê êrîşê ji gelek welatan der barê hedefgirtina sivîlan de daxuyaniyên şermezarkirinê hatibûn. Rayedarekî hikûmetê diyar kir ku li Harkovê ku topbaran didome bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Dibe ku hejmara windahiyan zêde bibe
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji roja pêncşema borî ve ya destpêka dagirkeriyê ve 136 sivîl ku di nav de 13 zarok hene hatine kuştin û 400 jî birîndar bûne. Têkildarî çend sivîlan di dema dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest dane agahiyên zelal nehatin bidestxistin lê tê texmînkirin ku bi zêdebûna êrîşên hewayî re bîlanço bilind bibe.
"Hejmarek pir zêde sivîlan jiyana xwe ji dest dan" 
Paytexta Ukraynayê Kîev yek ji bajarên ku herî zêde êrîş lê tên jiyîn e. Êrîşên li navend û derdora bajêr berdewam dikin. Ji aliyê artêşa Rûsyayê ve ji birca televîzyonek gulê hat barandin, dema di teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, hat hînbûn ku gelek Ukraynayî nikarin li televîzyonê temaşe bikin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî duh daxuyaniyek da û diyar kir ku amadekariya lêdana hin noqteyên li Kîevê dikin û bang li sivîlan kir ku dakevin stargehan. Li bajara Harkovê jî rewş heman e. Li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. Hevserokê Şaraderiyê Khersonê Igor Kolykhayev, diyar kir ku li herêmê pevçûn didomin û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyê din ve, bi taybetî jî DYA pêkanînên welatan li ser Rûsyayê didomîne. Her wiha hîn agahî tên bidestxistin ku dê ji hin welatan alîkariya çek û cebilxaneyê bê kirin.
“Qeyrana herî mezin a penaberan"
Bi sedhezaran kes, piraniya wan jin û zarok, ji Ukraynayê derbasê welatên cîran bûn. Neteweyên Yekbûyî (NY) ev koçberî bi gotina "Li Ewropayê qeyrana herî mezin a penaberan a vê sedsalê" nirxand. Berdevka Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Şabîa Mantoo di civîneke çapemeniya li Cenevreyê de got ku hemû cîranên Ukraynayê li hemberî pêla penaberan sînorên xwe vekirî hiştine û piraniya Ukrayniyan derbase Polonya, Macaristan, Moldova, Romanya û Slovakya bûne.
"Hejmara kesên ku Ukraynayê têrikandin nîv milyon derbas kir" 
Li ber deriyên sînor ên welat, hin Ukraynayî nêzî 60 saetan tên seknandin. Rojnamegerên qadê balê dikşînin ku Ukrayniyên bi rojan dimeşin û xwe digihîjînin deriyên sînor li vir jî travmayek din dijîn û di sermayê de ji pêdiviyên bingehîn bêpar dimînin. Li gorî daneyên dawî hejmara kesên ku Ukraynayê têrikandinê nîv milyon derbas kir.
Kesên ku nayên tehliyekirin hene
Li aliyê din bi milyonan kesên ku welat neterikandin ji ber teqînan li rawestgehên metroyan an jî stargehan dimînin. Kesên ku li vir dimînin bi taybetî ji ava paqij û xwarinê bêpar in. Bi sedan kesên ji Tirkiyeyê bi konvoyan anîn welat lê tê diyarkirin ku bi sedan kesên ku hê xwe negihandine hê jî li Ûkraynayê mane. Kesên ji Tirkiyeyê ku tevli televîzyonên Tirkiyeyê dibin û diyar dikin ku tu carî ji aliyê rayadaran ve nehatine lêgerînkirin, daxwaza alîkariyê dikin. Di nava agahiyên hatinê bidestxistin de tê diyarkirin ku li hinek cihan jî kesên ji ber li otobusan nehatine siwarkirin nikarin bên tehliyekirin hene.
Lêgerîna Tirkiyeyê ya ‘hevsengiyê’
Tirkiye di dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de, ji her du welatan re daxuyaniyên nerm dide. Gotinên serokomar Erdogan ên; "Em ne dev ji Ukraynayê ne jî ji Rûsyayê berdidin" wek "hevsengî" hatibû şîrovekirin. Erdogan wiha got: "Em bi biryar in ku ew rayeya Peymana Montreuxê der barê trafîka keştiyan de daye welatê me, bi awayekî ku rê li ber mezinbûna qeyranê bigre, bi kar bînin.” Dibe ku Ukrayna di rojên pêş de ji Tirkiyeyê pêkaninên hîn zelaltir bixwaze. Mijara meraqê ye gelo Rûsya israr dike ku peymanê bi bîr bîne. Pirsa "Dema ku têkiliyên bazirganî yên Tirkiyeyê bi Rûsyayê re bên nirxandin, ev lêgerîna hevsengiyê dê heta kengî bidome?" hê li ser maseyê ye. Pispor diyar dikin ku di pêvajoya pêş de hêviyên ji Tirkiyeyê ku wek endamek NATO’yê ye dê zêdetir bibin û Enqere neçar bimîne ku tercîhekê bike.