‘Di roja 51’an ya erdhejê de hîn zarokên winda hene’

Tîma Koordînasyona zarok/sivilan ya karesatê da zanîn ku di roja erdhejê ya 51’an de hîn zarokên winda hene û gotin: “Berpirsyartiya wezîrê tendirûstiyê gelek e.”

Navenda Nûçeyan- Tîma Koordînasyona zarok/sivilan ya karesatê di daxuyaniya dayîn de bal kişand ku di roja 51’an ya erdhejê de hîna zarokên ku aqubeta wan ne diyar hene. Tîmê dan zanîn ku der barê zarokên ku aqubeta wan nayên zanîn de bi fikar û bi hêrsin.

‘Berpirsyartiya wezareta tendirûstiyê zêde ye’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku berpirsyartiya wezareta tendirûstiyê û wiha dom kir: “Em wek tîm heta niha, ji bo dîtina zarokan û gihandina kes û karên wan, divê demê de pêwîstiyên ewlehî û parastinê were pêkanîn daxwazên me, pirsen me û pêşniyarên me yên sîstemê me ruyê xwe herî zêde vegerandiye wezareta xizmeta malbat û civakê. Di roja yekem ya erdhejê heta îro xebatên meyên çavdêrî û şopandinên me derdixe ku qetandin girêdayîna zarokan ya bi kesûkaran re weke halê ‘Winda’ nesmeya nehatî zanîn di nexweşxaneyan de bê xwedî mayîn, berpirsyartiya wezareta tenirûstiyê zêde ye.”

‘Zarokek piştî ku di 4 nexweşxaneyên bajaran lê hatî geran hat dîtin’

Di daxuyaniyê de der barê pêvajoya dîtina zarokekê de wiha gotin: “Bavê zaroka A piştî ku di 4 nexweşxaneyan de lê hat geran li Stenbolê di servîsa lênêrîna lezgîn de hat dîtin. Gotin divê zarok were sewq kirin, lê belê tu zanyarî nedan ku wê sewqî kuderê bikin. Zaroka A ji bin kavilan derxist li gel bavê we rakirin nexweşxaneyê, mudexeleya yekem ya zarokê li gel bavê wê hat kirin.”

Di daxuyaniyê de pêvajoya windabûna zaroka A ji wezareta Tendirûstiyê xwest van pirsan bersîv bidin:

Li ruxmê ku zanyariyên zarokê gengaz bû ku ji bav were girtin, çima û çawa we sewqî cihê nasanameyên wê neyê zanîn kir?

Zarokek li nexweşxaneyak 1248 km dûr bêyî ku qeyd were girtin çawa hatiye sewq kirin?

 Ma nexweşxaneyên nêzî bajarên Smsûrê, di demên karesatan de ma ne xwedî kapasîteya xizmetdayînê deye?”