‘Di rewşa şer de êşên jinên Yemenê du qat zêdetir dibe’
Rojnamevana ji Yemenê Buşra El-Ensî diyar kir ku li Yemenê di rewşa şer û nakokiyên leşkerî de jin rastî rewşên metirsîdar tên û dê ev yek gefa paşguhkirinek ber bi çav li ser nifşên pêşerojê bike.
HALA EL-HAŞIDÎ
Yemen- Rojnamevan û nivîskar Buşra El-Ensî diyar kir ku divê jin der barê maf û rola xwe ya di civakê de xwe bi pêş bixin û der barê zexta ku li wan tê kirin û mafê jiyana de bêdeng nebin. Buşra El-Ensî ku 34 sal in di warê rojnamevanî û nivîsandinê de kar kiriye, gelek gotarên wê li ser medyayên dijîtal û malperên rojnameyan hatine parvekirin. Piranî nivîsên wê der barê parastina mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan de bûn û her wiha bal kişandiye ser dosyayên gendeliyê. Di heman demê de baldariyek mezin dide koçberên Yemenî, ‘Panela Koçberê Yemenî li welatên Xurbetê’di sala 2018’an de ava kir.
Tevî karê wê bi jiyana wê ya kesayetî ve bandor dibe, ew dixwaze serxwebûna xwe bi dest bixe û ji siyasetên tu aliyan bi bandor nebe, li milekî din karê wê yê hiqûqî, bi helbest siyaset û dosyayên civakî û hişyarkirinê ve jî mijûl e, nivîsên wê yên helbestî ku hê belav nekirine hene, plan dike ku wan di pirtûkekê de di demên pêş de çap bike.
Rojanmevan Buşra El-Ensî der barê rewşa jinên li Yemenê, bi taybetî di rewşa şer a ku zêdeyî 9 salan e berdewam dike de bersiva pirsên ajansa me da.
*Bandora zihniyeta mêr û şerê li Yemenê li ser mafên jinan û rûmeta wan bi çi awayî ye?
Jin bi taybetî di rewşên krîzan de ji mêran bêhtir bi bandor dibin, ji ber jin di aliyê maf û civakê de lawaz tên dîtin, ji ber civakên me li ser desthilatdariya mêr ava bûne, jin her dem ji mêran lawaztir tên dîtin ji ber ku di aliyê biyolojîk de ferq û cudahî heye, vê yekê hişt ku gelek mafên jinan yên mirovî û civakî bên paşguhkirin û veşartin. Jin di vê çarçoveyê de di nava rolên ku civak ji wan re datîne de asê mane, ji ber wê jin ji azadiya xwe hatine mehrûmkirin û hilbijartinên wan di jiyanê de nemane. Li şûna ku jin bibin ferdên aktîf ên civakê, di rewşa zindiyek ku azadî, biryar, îrade û rûmeta wê tune de ye. Ev yek jî bû sedem ku hejmarek mezin ji jinan daxwaza wekheviya di navbera jin û mêr de bikin, ji bo hêz, rûmet û mafên xwe biparêzin. Madem jin dikarin her tiştî bikin, mafê wan ê beşdarbûna di hemû aliyên jiyanê de heye û divê ji bin bandora mêjiyê mêrperest derkevin.
Cudahî ne tenê li ser maf û erkan e divê em ji bîr nekin ku aliyên wê yên qanûnî û mehrûmkirina ji edaletê hene. Ji ber Yemen ji dewletên Ereb ên ku heta niha êrîşa zayendî weke sûc nabînin e. Her wiha jin nikarin li dadgehan gilî bikin, di dadgehên adlî de beşdar bibin, dema mafên wan bên binpêkirin nikarin daxwaza mafên xwe bikin. Ev jî dihêle ku binpêkirin û tundiya li dijî jinan zêdetir bibe.
*Cureyên zexta ku jinên Yemenê rast tên çi ne? Çi dihêle ev diyarde zêde bibe?
Zexta malbatî yek ji cureyên herî sereke ye ku jinên Yemenê rast tên. Di nav de zexta zayendî, bi devkî, derûnî jî heye. Ji ber malbatên Yemenê ne li ser mafên mirovan û azadiya kesayetî, li ser adet û kevneşopiyên çewisandina jinan hatine avakirin. Hejmarek kêm ji malbatên Yemenî vê yekê fêm dikin. Li gorî daneyên destdirêjî û kiryarên cuda yên li dijî jinan di civaka me de tên kirin ev nîşaneyeke metirsîdar e ku stûna vê civakê ango jin were têkbirin. Eger hêza jinan hilweşe ev tê wê wateyê ku civak di xeteriyeke mezin de ye û civakeke hilweşiyayî tê hesibandin.
‘Tundiya li dijî jinan ne tenê tundiya malbatî ye’
Malbat dendika sereke ya avakirin û damezrandina civakê ne û jin bingeha malbatê ne. Wê çawa jineke ku îradeya wê hatiye şikandin, mafê wê hatiye binpêkirin û baweriya wê nemaye nifşan ji bo avakirina civakek û welatekî saxlem ava bike?
Tundiya li dijî jinan ne tenê tundiya malbatî ye. Şer jî roleke sereke di berfirehkirina tundiyê bi hemû cureyên xwe di nav de tundiya siyasî û ewlehî de dilîze. Ji ber jina ku nêrîna wê ya siyasî û helwesta wê hebe dibe ku were qetilkirin, revandin, binçavkirin û heta ji windakirin. Ev hemû kiryar jî dibe ku ne tenê ji ber nêrîna wê yan jî helwesta wê ya siyasî be. Dibe ku ji ber sedemên civakî be. Hikûmet van weke xeter li ser berjewendiyên xwe û teşeyê xwe dibîne.
Li aliyekî din tundiya civakî û teşeyên wê ku di demên dawî de gelekî belav bûn ku ji wan reşkirin êrîşa zayendî, zewicandina di temenê biçûk û bazirganiya mirovan jî hene. Tundiya li dijî jinan ji dîrokê ve heye lê belê di rewşa şer a heyî de jin rastî metirsiyan û paşguhkirinek ku ji nifşên pêşerojê re bibe gef û civakê bixe bin barekî giran tên.
*Di rewşa niha de jinên Yemenî çawa dikarin tundî û hişmendiya mêrperest derbas bikin?
Divê jinên ku tundî li wan tê kirin li hemberî tundiyê bi her awayî bisekine, civaka me jinan teşwîqî xwesûcdarkirinê dike û dihêle di aliyê ku bi ya hevser bira û bavê xwe neke sûcdar bike. Her wiha divê jin der barê mafên xwe de xwe zana bike, ev yek wê bihêle ku baweriya wê bi wê kar û rola wê di civak û jiyanê de çêbibe û dê bihêle girîngiya xwe di jiyana giştî û civakê de nas bike.
*Di rewşa aborî û civakî ya zehmet de li Yemenê de jin çawa dikarin xwe biparêzin û piştgirî bigrin?
Kirîza siyasî bandorê li mafên jinan, rol û çalakbûna rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mirovî, hiqûqî, xwecihî û navdewletî dike. Rewşa heyî ya nebaş ku di gelek aliyên civakê de bû sedema şer û nakokiyên siyasî, yek ji mijarên sereke ye ku nahêle piştgiriya jinan were kirin. Her wiha hilweşîna saziyên giştî sîstemên zagonî û alavên parastinê bûn sedem ku piştgiriya ji bo jin û jinên ciwan kêm bibe, ev yek jî dibe sedem ku xwegihandina jinên ji tundiyê rizgar bûne zehmet bibe.
Gefên li dijî aliyên ku girîngî didin piştgiriya jinan, li pêşiya vê karê mirovî û civakî yê girîng dibe asteng. Li Bakurê Yemenê Hûsî hemû karên ku girîngî dide rola jinan û çalakiyên wan asteng dikin û dibe sedem ku jin rastî binçavkirin û revandinê werin. Her wiha Hûsî tevger û veguhestina jinan bi serbestî di nava parêzgehan de qedexe dikin û weke ‘heram’ bi nav dikin. Rewş li Başûrê Yemenê jî bi heman rengî ye.
*Di pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyên jinan û zanakirina wan de mirov dikare çawa rola civaka navdewletî û rêxistinên navneteweyî aktîf bike?
Rola sereke li ser milên jinên piştgiriya mafên jinan û parastina wan dikin e, bi taybetî yên têkiliyên wan bi rêxistinên navdewletî re hene. Her wiha plana niştîmanî ya pêkanîna biryara Konseya Ewlehiyê ya 1325 ku bi taybetî bi jin ewlehî û aştiyê ye, wezareta karûbarên civakî li ser kar dike planeke ku projeyeke girîng û serkeftî ji bo parastina jinan û xurtkirina rola wan e. Hişyarkirin berpirsyariyek civakî ye ku li ser milên her kesê roleke rêveberî yan jî bandoreke xwe ya civakî heye. Her wiha berpirsyariya jinên di warê parastina jinan û mafên mirovan de kar dikin e.