Di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan de 3 jinên helbestvan xelat wergirtin

3 jinên ciwan ên helbestvan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di “Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan” a sala 2024’an de bi ser ketin, îro li bajarê Qamişlo hatin xelatkirin

Qamişlo- Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan pêşbirkeke ku ji sala 2021’an ve ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û Komeleya Janê Xelef  a Xêrxwaziyê li Ingilîstanê ve hatiye destpêkirin ji bo piştgirî û pêşxistina helbestvanên ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Îsal jî bi beşdariya 36 helbestvanên ciwan ji temenê 18 salî ta 30 salî di nav wan de 20 jin, 3 jinên ciwan bi ser ketin.

Îro li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi amadebûna bi dehan helbestvan û rewşenbîran, ahenga radestkirina xelata her sê jinên ciwan ên serkeftî hat lidarxistin.

Jinên ku xelat wergirtî: Di rêza yekem de Diyala Elî ji Navçeya Çil Axa bi helbesta “Mefer ji te tune ye”, di rêza duyem de Mîdya Berekat ji Bajarê Efrîn bi helbesta “Beza ber bi azadiyê ve” û di rêza sêyem de Sewsen Şêx Bekir ji Bajarê Kobanê bi helbesta “Min tenê bihêlin li vî bajarî”.

Hezkirina helbesta Kurdî bû sedema beşdariya wê

Diyala Elî Mamsoteya Ziman û Wêjeya Kurdî û di heman demê de Endama Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ye ji Navçeya Çil Axa a Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku di rêza yekem de di pêşbirkê de bi ser ket, ji me re axivî. Diyala da zanîn ku ew ji 14 saliya xwe ve hewldanên wê yên nivîsê hebûn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “ Salane ev pêşbirk tê lidarxistin, îsal ez bi helbesta “Mefer ji te tune ye” beşdar bûm. Sedema beşdarbûna min ji hezkirina min a ji helbest û wêheya Kurdî re hat. Di 14 saliya min de jî hewkdanên nivîsandinê hebûn, paşê min xwest ku ez bêtir xwe pêş bixim di nivîsa helbestên Kurdî de.”

‘Ji bo jinên helbestvan serkeftinek e’                           

Diyala Elî bal kişand li ser serkeftina jinên ciwan di pêşbirkê de û wiha axaftina xwe dewam kir: “Ji nav 36 beşdarvanan, ez di rêza yekem de bi ser ketim, ev ji bo min kêfxweşiyeke mezine. Piraniya helbestvanên ku beşdar bûn; jin bûn. Serbilindayîke mezin e ku di hersê ast û rêzan de yên ku bi ser ketin jî hemû jin bûn. Hestekî cuda ye û dikarim bi coşa serkeftinê bi nav bikim. Ji bo ked, xebat û xeyalên jinan gavek e.”

‘Avakirina hîmekê ji bo helbestvanên ciwan’

Diyala Elî da diyarkirin ku qelsiyek di parastina mîrateya wêjeya Kurdî de heye loma girîngiya ciwanan heye di vî warî de wiha bi dawî kir: Xala herî bingehîn û sereke ji bo parastina mîrateya helbest û wêheya Kurdî; piştgirî û destekdayîn e. Pêwîste ku rêveberiya her welatekî, rewşenbîr û wêjevan piştgiriya helbestvanên ciwan bikin. Her wiha ji bo wan her di nav liv û tevgerê de bin wekî lidarxistina pêşbirk, pêşengehên pirtûkan û festîvalan ji bo ku pêş bikevin. Ev yek dibe alîkar ji bo avakirina stûnekê ango hîmekê ji ciwanên helbestvan re.”