Di parlamentoya Herema Kurdistanê de wê nûnertiya jin çawa be?

Hilbijartinên giştî yên dema 6’emîn a Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê di 20’ê Cotmehê de tê lidarxistin. Di hilbijartinê de hezar û 191 namzet pêşbaziyê de ne. Ji van namzetan tenê 368 jê jin in û ev dibe ji sedî 30’ê namzetan.

Navenda Nûçeyan – Biryare sibe hilbijartina giştî ya dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Di van hêjmartinan de hezar û 191 namzetan 368 jê jinin ku ji sedî 30’ê namzedan giştî re têkildar e.

18 Cotmehê li Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Sibe jî biryare hilbijartina giştî were lidarxistin.

Li gorî nûçeya ROJNEWS’ê;  li gorî qanunê di vê hejmara jinan ya di her dema Parlamentoya Herêma Kurdistanê de divê ji sedan 30’ê kursiyan jin pêk bînin. Di vê hilbijartinê de jî ku bi giştî 100 kursî hene, divê 30 kursî parlamenterên jin pêk bînin.

Hilbijartina vê carê pir bazineyîye û Herêm li ser çar bazineyan hatiye belavkirin. Rêjeyek ji hejmara giştî ya kursiyên parêzgehan ji jinan re hatiye veqetandin û ev jî wiha ye:

-Li Silêmaniyê bi giştî 38 kursî hene, ji vane 11 jê jin in.

-Li Hewlêrê bi giştî 34 kursî hene, ji vane 10 jê jin in.

-Li Dihokê bi giştî 25 kursî hene, ji vane 8 jê jin in.

-Li Helebceyê bi giştî 3 kursî hene, ji vane 1 jê jin e.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku rêjeya namzetên jin ên di hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê zêde kiriye. Lê li gorî hilbijartina 2018’an hêjmara namzetên jin zêde bû, rêje nehatiye guhertin û ji sedan 30’ê rêje ne hatye guhertin.

Li gorî bîlançoyan, di hilbijartina sala 2018’an de ji giştî 773 namzetan 238 jê namzetên jin bûn. YNK, PDK, Lîsteya Serdem, Tevbera Goran û Lîsteya Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadperweriyê ji 100 namzetan 30 namzetên jin diyarkirin.

Hêjmara namzetên jin ên partiyan

Di lîsteya Hevpeyamniya Eniya Çaksaziyê ji 60 namzetan 18 jê jin, Nifşê Nû ji 50 namzetan 17 namzetên jin, Komeleya Dadgerî ji 40 namzetan 14 namzetên jin, Lîsteya Azadî ji 40 namzetan 13 jin, Partiya Parêzgeran ya Turkmen ji 14 namzetan 5 jê jin diyarkiribûn.

Lîsteya Ermeniyan, Partiya Çaksazî ya Tirkmen, Eniya Tirkmenî ya Hewlêrê, Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Abna Nahrîn, Lîsteya Demokrat a Tirkmen û Rafîdeyn her yek ji wan 2 namzetên jin diyarkiribûn. Keldanî, Asûrî û Suryaniyan ve jî 3 jin namzet diyarkiribûn. Tevgera Brusk ya Turkmen û Lîsteya Demokrasiyê ya Mesihî jî namzetek jin diyarkiribûn.

Herî dawî 33 jin gihiştin Parlamentoyê ku nêzîkî 10 jin bi dengên xwe bixwe û bêyî xwe bispêrin serketina dawî, gihiştin parlamentoyê.