Di nobeta edaletê de roja 410’emîn: Zilma li ber deriyê edliyê berdewam dike

Malbata Şenyaşar di roja 410’emîn a çalakiya xwe de xwestin ku daxwazên wan a edaletê were bicîh anîn û gotin “Zilma li ber deriyê edliyê berdewam dike”.

Riha – Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Pirsûsê di 14’ê Hezîrana 2018’an de di encama êrişên xizm û parêzvanên Îbrahîm Halîl Yildiz ê Wekîlê AKP’ê yê Rihayê hevjîn û dû kûrên xwe wendakir û kûrê wê Ferît Şenyara ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, îro di roja 410’emîn de berdewam dike.

Di roja 410’emîn a nobeta edaletê de malbatê ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber Edliya Rihayê û li qada  ku weke ‘koşeya edaletê ya malbata Şenyaşar’ tê zanîn nobeta xwe berdewam kirin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Her derew û îftira kut ê kirin, dibe deyndarê rastiyê. Hemû rastiyên derbarê doza me de derketin holê. Serdozger dema pir eşkere teref digire, zilma li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Em ê qet baweriya xwe ya ji bo edaletê winda nekin.”