Di nobeta edaletê de roja 409’an
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 409 roj in li ber deriyê edliyeyê daxwaza xwe ya edaletê diqîrin.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin berdewam dike.
Malbata Şenyaşar di roja 403’an a nobeta edaletê de di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê li qada ku weke “Quncikê malbata Şenyaşar” tê binavkirin pankarta ku li ser “Du kurên min û hevjînê min li nexweşxaneyê qetil kirin! Kesek jî nehatiye girtin! Bi fermana serdestan kurê min 4 sal in di hucreyeke yek kesî de tê girtin. Ez dixwazim kurê min demildest were berdan. Ji bo malbata Şenyaşar ji bo her kesê edalet” dinivîsî bi bariyerên beton ve daliqand û dest bi nobetê kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev yek parve kir: “Li Tirkiyeyê eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye. Roj dê were hemû dozgerên ku di doza komkujiya nexweşxaneyê de îmzeyên wan hene wê li pêş daraza serbixwe hesab bidin.”