Di nobeta edaletê de roja 403’an
Emîne Şenyaşar li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar 403 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza xwe ya edaletê dubare dike.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin berdewam dike.
Malbata Şenyaşar di roja 403’an ya nobeta edaletê de di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê li qada bi navê “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê hesabên Abdullah Erîn, Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSK) û Wezareta Edaletê etîket kir û ev parvekirin kir: “Têkoşîna li dijî neheqiyê zehmet e, lê kesê ku têkoşîn neke, li gel mafê xwe rûmeta xwe jî winda dike. Em ê nehêlin ku bêedaletiya li pêşiya Edliyeya Rihayê bê rewakirin.”