Di nobeta “edaletê” de roja 401’emîn
Emîne Şenyaşar 401 roj in daxwaza edaletê bilêv dike û dixwaze dengê wan were bihîstin.
Riha – Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 401’emîn de berdewam dike.
“Wijdanê wan heye gelo?”
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî hesabê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn etîket kir û ev peyam parve kir: "Kesên ku 400 roj in bi dayika temenê wê di seriya 65'an de rondik dibarînin gelo misilman in? Rojî digirin gelo? Wijdanê wan heye gelo? Zilma ku bûne sedem gelo ji zarokên xwe re vedibêjin?"
Malabata Şenyaşar di meha Remezanê de fitara xwe li ber edliye dixwun. Mêvanên ‘Sofreya Edaletê’ yê malbatê duho vekiribû pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê ya Rihayê û Wekîlê HDP ya Stenbolê Huda Kaya bû.