Di nobeta edaletê de roja 394’an
Emîne Şenyaşar bi gotina "Mala min wêran kirin" li dijî bêedaletiya ku jiyan dike serî hildide û 394 roj in li benda edaletê ye.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, berdewam dike.
Malbata Şenyaşar di saetên serê sibehê de hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbata ku li qada bi navê "Quncikê Edaletê malbata Şenyaşar" pankarta bi nivîsana “Hevjîn û du kurên min li nexweşxaneyê qetil kirin lê yek kes jî nehatiye girtin! Bi fermana serdestan re kurekî min ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dixwazim ku kurê min di zûtirin dem de were berdan. Edalet ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî.” li bariyerên betonê daliqand û dest bi nobetê kirin.
“Mala min wêran kirin”
Emîne Şenyaşara li qada nobetê axivî jî destnîşan kir ku hemû kes di meha Remezanê de li mala xwe fitareya xwe dike û ev tişt anî ziman: “Mala min wêran kirin. Nikarim li malê rûn im. Ez neçarim bêm vê derê. Hemû kes di nava zarokên xwe de ye. Çima ewqas dikevin guneha me? Dê li dinyaya din çawa hesaba vê bidin? Bila kurê min berdin ku ez jî biçim mala xwe. Edalet nîne. Ez bi rojî me û nexweş im. Heke bimrim jî bila mirina min li ber deriyê edliyeyê be. Êdî taqet di min de nemaye ku van tiştan rakim. Êdî bes e.”
Ji medyayê bang
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Nobeta me di roja 394’an de ye. Kesên ku bi rêya darazê zilmê dikin bi malbatên xwe re fitarê vedikin. Di roja 5’an a Remezanê de em fitareya xwe li ber deriyê edliyeyê vedikin. Em hemû kesên ku derfeta wan heye vedixwînin #Adaletsofrası yê.”