Di nobeta edaletê de roja 393’an

Malbata Şenyaşar di roja 393’an ya nobeta xwe ya edaletê de, xwestin rayedaran dengê wan bibihîze.

Riha-  Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, berdewam dike. Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe nehatibû, kurê wê Ferît Şenyaşar li ber edliyeyê didomîne.

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Ji ber ku qanûn di destê dozgerên ku xwe li ber zaliman ditewînin de ne, zilma darazê ya li Rihayê di meha Remezanê de jî berdewam dike. Heta ku zîhniyeta serdestan diparêze diguhere, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”