Di nobeta edaletê de roja 373’an
Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 373’an de ye.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 373’an.
“Edaleta herî mezin, wijdana gel e”
Dema ku malbata Şenyaşar danê sibehê li ber edliyeya Rihayê li ser derenceyan dest bi nobetê kirin, li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin kir: “Civak û wijdan; ji dewlet, pere û desthilatan gelek bihêztir in. Edaleta herî mezin, wijdana gel e. Gel, bi me re ye. Kesên li Meclisê xwe li hemberî vê zilmê bêdeng dikin, neçarî têkçûnê ne.”