Di nobeta edaletê de roja 360’emîn
Emîne Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê didomîne.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, berdewam dike. Malbata Şenyaşar di roja 360’an nobetê de danê sibehê ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin li ber Edliyeya Rihayê. Dayik û kurê xwe çalakiya xwe li ber peykela Ataturk a li baxçeyê Edliyeya Rihayê dan destpê kirin.
“Helbet wê rojek deriyê xêrê vebibe”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Yên ku li bin siya hin kesên din bistar bûne û darazê pasîf dikin, bila bizanibin ew sî mehkûmî hilweşandinê ye. Dozger dibêje dîmenên kameraya nexweşxaneyê ‘tune’ ne, dewlet jî dibêje, ‘di arşîva me de ye’. Helbet wê rojek deriyê xêrê vebibe.”