Di nobeta edaletê de roja 358’emîn
Emîne Şenyaşar a ku 358 roj in têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, tevî berçav negirtin û hemû zextan jî çalakiya xwe didomîne.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 358'an de ye.
Malbata ku di saetên serê sibê de hatin ber Edliyeya Rihayê, li ber deriyê edliyeyê dest bi nobetê kirin. Polîsan hişyarî da malbatê ku biçin qada bi navê "Quşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" a li derveyê edliyeyê ye. Lê belê malbatê diyar kir ku ew ê li qada ku lê ne çalakiya xwe bidomînin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir:” Mirov bi qasî li dijî zilm û neheqiyê berxwe dide bi qîmet e. Têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê di roja xwe ya 358'an de li ber deriyê Qesra Edaletê ya Rihayê berdewam dike."