Di nobeta edaletê de roja 348'an: Têkoşîna me dê edaletê bîne

Emîne Şenyaşar 348 roj in bi domandina nobeta edaletê dixwaze dengê wê bê bihîstin.

Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 348'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar, ji ber dawiya hefteyê edliye girtiyê, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî ji bo beşdarî bernameya “Xelatên Çapemenî, Hunerî û Piştevaniyê yên Malên Gel" ku hatibû vexwendin bibe çû Stenbolê. 
“Kêm ma…”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: Em ji bo dengê xwe bigihînin rayedaran di rê de ne. Ya wê dengê me bibihîzin an jî wê biçin. Dawiya her tiştekî heye, em ê baweriya xwe biparêzin. Têkoşîna me dê edaletê bîne. Kêm ma dê rojên xweş were."