Di nobeta edaletê de roja 332'an: Gelo kes me nabîne?
Emîne Şenyaşar a ku 332 roj in li ber edliyeyê edaletê digere, wiha dipirse: "Gelo kes me nabîne?"
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 332’an de berdewam e.
Malbata Şenyaşar di roja 332’an çalakiya xwe de li ber avahiya edliyeyê ya ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin, bi daliqandina pankarta wêneyên xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane dest bi nobetê kirin.
"Neheqî bêceza dimînin"
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin kir: "Xirabiya ewil û herî mezin bêcezatiye. Platon. 6 hezar sal derbas bûn, lê hê jî neheqî bêceza dimînin. Dayika ku edaletê digerê li ber edliyeyê ye, yên ku li Tirkiyeyê qala maf, hiqûq û edaletê dikin li ku ne?"